Mîna gelek bajaran, navçeya Kanîreşê ya Çewligê jî di dîroka gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Zozanên herî bedew ên Çewligê li Kanîreşê ne.

Kanîreş navçeyekê bajarê Çewligê ye. Navçe ji aliyê çiyayan ve hatiye dorpêçkirin û navê wê 1938’an ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye guhertin û bûye Karliova. Kanîreş heta wê demê bi Gêxiyê ve girêdayî bû. Kanîreş ji deryayê 1940 metre bilind e, rûpîvana wê 1349 kîlometreçarçik e. Herêmeke çiyayî ye. Çiyayê Kox, Çiyayê Çavreşî, Çiyayê Şerefdînê û Çiyayê Qertalixê Kanîreş dorpêç kirine. Di dîroka gelê Kurdistanê de weke gelek bajar û deverên din navçeya Kanîreşê ya girêdayî Çewligê jî xwedî cihekî girîng e. Kanîreş yek ji cihên pîroz ê gelê Kurdistanê ye. Ev navçeya hêja û qedirbilind sala 1925’an ji Şêx Seîd re malovanî kiriye. Şêx Seîd cara pêşî li vir li hember dewleta Tirk a dagirker serî hilda.

Bi têkoşîna azadiyê re jî ev navçeya qedîm û bi welatparêziya xwe serbilind e, bi zarok, ciwan, jin û îxtiyarên xwe xwedî li şoreşa Kurdistanê derket. Bi hezaran keç û xortên Kanîreşê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê di nav refên gerîlayan de cih girtin. Helbet dewleta Tirk a dagirker bi gelek rêbazên xerab xwest bandorê li ser vê herêmê bike. Zext, îşkence û her cure rêûrêbaz bi kar anî. Lê ev hemû lîstik bi qudreta vê welatpareziya bilind hatin pûçkirin.

Kanîreşa di nav çiyayan de weke bihuştekê ye, bi zozan û kaniyên xwe yên bi nav û deng, bi xak û gelê xwe li ser soza daye şehîdên xwe di rêya rûmetê de bêsekin dimeşe.
Li Amedê zêdetirî du meh in ji ber rewşa vîrûsa korona em di hundirê malê de ne, tevahiya bihara Amedê me di malê de derbas kir. Ji bo ku em biçin vê bihuştê û bihara herêma Serhedê bibînin me berê xwe da bajarê qedîm ê Kurdistanê Çewligê. Ji bo ku em biçin Çewligê di saetên serê sibehê de em ji xewê rabûn û bi hevalan re me berê xwe da hêlîna koçeran zozanên Kanîreşê. Dema ku mirov qala zozan û koçeriyê dike bêguman çiyayê Şerefdînê tê bîra mirovan. Çiyayê Şerefdînê bûye mijara gelek klamên dengbêjan. Kêlî bi kêlî em ji Amedê dûr dikevin, di rê de hema bêje ji ber germahiya zêde ya Amedê xweza hemû ziwa bûye. Çawan ku em digihêjin deşta Fîsê hêdî hêdî bêhna biharê û rengê xwezayê xwe dide der. Êdî em gihan navçeya Darahînê û hêdî hêdî bayê biharê û sermahiya Serhedê em hîs dikin.

ZOZANÊN ŞEREFDÎNÊ

Piştî navçeya Darahênê em gihîştin Çewligê, li vê derê jî zozanên bi rengên biharê pêçandî em pêşwazî kirin. Bê ku em rawestin ketin li ser rêya zozanên Kanîreşê, her ku em ber bi Kanîreşê ve diçin em rastî xweza û golên bi nav û deng tên. Dema ku mirov rêwiyê Kanîreşê be ne pêkane ku daristana Qerecehenemê nebîne. Li seranserî daristanê em rawestiyan û me li bedewî û xweşikbûna daristanê nêrî. Dema ku mirov li vê dîmenê dînêre dilê mirovan şad û bextewar dibe. Bê guman daristanên Qerecehenem bi bedewî û xweşikbûna xwe ya rengê biharê dilê hemû Çewligiyan dagir dike. Piştî navberek û nêrîna li daristanê em dikevin li ser rê ewil Çiyayê Şerefdînê yê bi zozanên xwe bi nav û deng e, em pêşwazî kirin û keviyên wê yên berfê li ber çavên me dikevin. Li gorî agahiyên gundiyan bi me re parvekirin, keviyên berfê yên li ser Şerefdînê heta nivê havînê jî nahelin.

KEDA JINÊ

Rêya me dûre û ji bo em xwe bighînin navenda Kanîreşê em dikevin li ser rê. Li ser rêya Kanîreşê hema bibêje kêlî li pey kêlî qemyonên ku sewal lê hatine siwarkirin û berê xwe didin zozanan û di ber me de derbas dibin. Dema em gihiştin Kanîreşê ji bo ku em taştêya sibehê bikin ji firinê me nan stan û berê xwe da gundê qûntara çiyayê Qertalê û li gund wê û bavê hevalê me ê ku rêbertiyê dike li ber malê me pêşwazî dikin. Ji xwe ji danê sibehê de li benda me ne ku em çawan bigihêjin gund em bi hev re taştê bikin. Piştî xêrhatin û sohbetek kurt dayê li ser dika li ber derê malê taştê amadekiriye û li benda me ye. Di taştê de penîrê ji şîrê sewalan, mast, hingivîn, firîngî û bîberên li ser pelên agir hatiye pijandin amadeye. Li vê herêmê her tişt xwezayî ye û bi keda jinan tê amadekirin. Ez bawer nakim ku mirov li cihek û devrek din taştêyek ewqaz bi tam bixwe. Li gund hewa pir sar e û ji serma ez direcifim. Piştî taştê bi dayik û bav re li ser taybetmendiyê herêmê me sohbet kir û bav herêmê li me dide naskirin û qala zozan, çem, kanî û golên bedew yên herêmê dike.

XEMLA BIHARÊ Û KEVIYÊN BERFÊ

Piştre ji bo ku em li zozan û gundan bigerin ketin li ser rê. Ji zinarê çiyayê Qertalê çemek cemîdî diherike û em berê xwe didin çem. Daketina çem gelek bi hêsanî û kêf bû, lê serketina wî jî ewqas bi zehmet bû. Li aliyekî keviyên berfê li pişt kulîlkên zer û şînahiya zozanan raseriya xwe li serê çiyayan dikin û li aliyekî din jî li gelî û newalan aveke zelal bi şireşir diherike. Ava van geliyan û rûbarên biçûk diherike ser çemê Mûradê. Piştî me dîmen û wêneyê xweza û çem kişandin me berê xwe da qûntara çiyayê Qertal. Derdora çiya bi xemla biharê xemiliye û seranserî serê çiya jî werza zivistanê tê jiyîn.

DEWLEMENDIYÊN KANÎREŞÊ

Hilhatina rojê li cîhanê ku li tenê deveran tê temaşekirin, yek jê Çiyayê Kox e.

Kanîreş ku zêdetir bi zozanên xwe navdar e, Zozanê Şerefdînê û Zozanê Çewligê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşî di nava tixûbên navçeyê de ye. Her wiha hingivê li vir jî pir navdar e. Çemê Periyê, Çemê Gonigê, Çemê Kêşê jî xweşikiya Kanîreşê bêhempa dikin.

DI BIHARÊ DE AMADEKARIYÊN ZIVISTANÊ

Zivistan li baniyên Serhedê dijwar e, li aliyekê gundî hîna nû keyfa biharê dijîn, ji niha de amadekariyên zivistanê dikin. Gundî, gomên pez û axûrên dewaran çê dikin. Weke her derê keda jina Kurd li vir jî diyare. Jinên gund penîr, mast, rûnê nivîşk, sebzeyan li ser agir dipêjin û gelek tiştên ji bo zivistanê amade dikin.

JI HER DEVERÊ KURDISTANÎ BERÊ XWE DIDIN KANÎREŞÊ

Dema em derdikevin nava zozanan li her deverê rastî keriyên pez lê diçêrin tên. Li van zozanan ne tenê xelkê Çewligê koçeriyê dike, ji her devera Kurdistanê xelk berê xwe didin vê herêmê. Li gorî agahiyên koçeran û gundiyan rewşa siyasî û qedexeya derketina zozanan jî bandoreke neyînî li koçeran dike û ji ber vê koçer kêm derdikevin zozanan. Hêjayî gotinê ye ku li seranserî cîhanê mirov ketine derdê şewba koronavîrûsê de lê belê li zozanên Kanîreşê derdek wiha tineye. Heta niha ti weqa li vir nehatine dîtin û xelkê zozanan bi tendirustin.

GUNDÊ WELATPARÊZ

Zozan, çem, gol, kûlilkên biharê û çiyayên Kanîreşê ewqas bi bedewin, mirov li herêmê nizane çawan dem derbas dibe. Li nêzî Kanîreşê li ber gola Kanîtehtê em rûniştîne û çayê vedixwîn. Gava em çay dixwazin berî çay bigihêje me ji ber sermaya herêmê çay di hundirê piyalê de di cemî de. Li gel sohbetek xweş û keyfa golê, li herêmê em nizanin çawan dem derbas dibe. Ji ber ku wextê me kine û divê êvarî em vegerin Amedê em ji qeraxê golê berê xwe didin qûntara çiyayê Bîngolan yê nêzî Gimgimê ye. Di rê em di nav gundê Qerqebazarê re derbas dibin. Li herêmê Kanîreşê dema mirov pirsa vî gundî dike navê vî gundî weke gundê welatparêz tê binavkirin û naskirin.

ZOZANÊN GOLÊN BIÇÛK

Em di nava gund re derbas dibin û berê we didin gola Golbehrî ya di nava gundê Qerqebazar û navçeya Gimgima Mûşê de cih digre. Dema em ber bi gola Golbehrî ve diçin û dibin qûntara çiyayê Bîngolan de dinêrin, deştek ku bihar lê şên bûye li pêş Kanîreşê ye û hemû tê xuyakirin. Deştek bê ser û ber e. Em di gundê Qerqebazarê de ber bi Gimgimê ve diçin. Dema mirov çend kêliyan ji sînorê Çewligê derbas dike rastî gola Golbehrî tê û koçerên ji deştê hatine li ber peravên golê barê xwe danîne û keriyê pez diçêrinin. Ev dever sînorê Kanîreş û Gimgimê ye. Deverek wek bihuştê xuya dibe. Keriyê pezê qerqaş ku ji hezaran serî pêk tê li derdora golê di mexel de ye. 

LI HERÊMA KANÎREŞ Û MÛŞÊ 75 GUNDÊ ELEWIYAN HENE

Li herêma Kanîreşê 44 gund hene. Her wiha gelek gundên Elewiyan jî hene. Divê navberê de em ji gola Gelbehrî vedigerin gundê Qerqebazarê, di rê de em rastî gundek yê Elewiyan hatin.

Bi dehan gund li vê deverê hene û ev gund hemû yên Kurdên Elewî ne. Gundê Emera yê nêzî 80 mal e yek ji gundên Elewiyan e. Gund girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê ye. Li derdora gund kar û berx di nav keriyê pez de ne û hesp û cenîka xwe lê mêrgê li nav ketê diçêrin. Li gorî agahiyê kalemêrê Elewî bi me re parvekir, li herêma Kanîreşê û Mûşê zêdetirî 75 gundên Kurdên Elewî hene. Lê mixabin li gundên Elewiyan cemxane ango cihê ku bikarin îbadeta xwe lê bikin tineye. Welatiyên gund îbadeta xwe li mala şînê dikin.

Piştî gera me ya li ser sînorê Qerqebazarê û Gimgimê em ji bo vegera Amedê em berê xwe didin navenda Kanîreşê. Dem ber bi êvarî ve diçe û rewşa hewayê hîn jî sar dibe. Lê li gel hemû tiştê dîsan koçerî xweş e li zozanên Kanîreşê.