Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, dewleta Tirk tevî ku mehekê 157 carî çeka kîmyewî bi kar anî û PDK xiste navberê nekarî encamê bigire û got, “Me ‘Plana têkbirinê’ ya AKP’ê pûç kir. Armanca me qedandina vê desthilatdariyê ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya tauybet a Stêrk TV bû û têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan a li dijî tecrîdê jî bênavber dewam dike. Têkildarî komplo û tecrîdê hûn dixwazin çi bêjin?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, ez Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî gelê me, tevgera me û Rêberê me hate kirin careke din şermezar dikim. Bi vê wesîleyê şehîdên di pêvajoya komployê de bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Weke ku tê zanîn meha Cotmehê gelek hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Doktor Sîrwan 4’ê Cotmehê li Başûr hate şehîdxistin. 6’ê Cotmehê li eyaleta Koçgiriyê fermandarê me heval Rûhat û hevalên wî şehîd bûn. Her wiha 6-8’ê Cotmehê di serhildana Kobanê de li Bakur gelek kes şehîd bûn. Wekî din 9’ê Cotmehê Şêx Mehmûd Berzencî şehîd bû. Hevrêyên me Çîçek Botan, Rustem Cûdî û Elîşêr Koçgirî 10’ê Cotmehê şehîd bûn. 11’ê Cotmehê Huseyîn Çelebî şehîd bû, Demhat û Cemîl 15’ê Cotmehê li Silêmaniyeyê şehîd bû. Di şexsê van hevalan de şehîdên me hemûyan careke din bi rêzdarî bi bîr tînim.

Rêber Apo 23 sal in li Îmraliyê li dijî komploya navneteweyî bi rengekî dîrokî li ber xwe dide. Dibe ku di dîroka mirovahiyê de gelek komplo hatin kirin, lê belê ti ji wan ne weke ya li dijî Rêber Apo bû. Ji ber ku di dîroka mirovahiyê de kes mîna Rêber Apo li ber komployê nesekinî. Ji ber ku komplo gelekî mezin e.

Rêber Apo ji bo têkbirina komployê bersiveke mezin da komplogeran. R+eber Apo tol ji komplogeran hilanî û xizmeteke mezin ji mirovahiyê re kir. Eger îro li tevahiya cîhanê xwedî li Rêber Apo tê derketin sedem ev e. Rêber Apo li Îmraliyê rojeke bi tenê jî vala derbas nekir. Nîşan da ku mirov bi çi rengî li ber modernîteya kapîtalîst rabe dikare encamê werbigire.

Îro li her qadê li dijî komploya navneteweyî têkoşînek tê meşandin, lê belê kêmasiyên vê têkoşînê jî hene. Ji ber ku hînê sekna Rêber Apo ya li dijî komployê baş nehatiye fêhmkirin. Lewma encama tê xwestin di têkoşîna dijî komployê de nehatiye bidestxistin.

Felsefeya Rêber Apo li tevahiya cîhanê her roj bêhtir dibe hêvî. Xwedîderketina li Rêbertî zêdetir dibe. Ev tê çi wateyê? Eger em li dijî komployê têkoşîneke rast bimeşîne, eger em azadiya fîzîkî ya Rêbertî bikin armanca xwe, li gorî wê têbikoşe, hingî ji aliyê fîzîkî ve dikarin Rêber Apo azad bikin.

Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ salek li pey xwe hişt. Vê pêngavê çi da têkoşîna azadiyê, encamên çawa bi xwe re anî?

Ev pêngav ne tenê ji bo demekê ye. Li dijî vê desthilatdariya faşîst, ji bo têkoşîneke hîn bêhtir bê meşandin 12’ê Îlonê me dest bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ kir. Berê me çawa li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin meşand, vê demê jî me xwest ku têkoşîneke bi vî rengî mezin bimeşînin. Hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelên Tirkiyeyê, hem jî ji bo mirovahiyê… Pêngavê di nava jin û ciwanan de li nava her kesî bandor kir. Dagirkeran ji bo pêşî li vê pêngavê bigirin serî li gelek rê û rêbazan dan. Yek ji van rêbazan jî êrişên bênavber bûn. Êrişên li ser gerîla, sosyalîstan û hêzên demokrasiyê zêdetir kir. Ne tenê li Tirkiyeyê li derve jî êrişên ji bo dagirkeriyê zêde kirin.

Li dijî van êrişan di serî de jin û ciwan gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi biryardarî rawestiyan. Dijmin jî ji bo wêrekiya vî gelî bişikîne êrişên xwe zêde kir. Pêngavê tirsa ji dijmin têk bir, ji bo gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê cesaret da her kesî ku li ber faşîzmê rabin û ruhê têkoşînê afirand. Dema ku Denîz Poyraz hate qetilkirin, me dît ku gelên Tirkiyeyê bi çi rengî xwedî li cenazeyê Denîz Poyraz derket. Li dijî desthilatdariya faşîst helwest hate nîşandan, meş hatin kirin û daxuyanî hatin dayin. Her wiha berxwedêrên zindanan bi rengekî girîng tevlî pêngavê bûn. Bi vê wesîleyên hevalên li zindanan hemûyan silav dikim û hemûyan pîroz dikim. Li zindanan jî bin wezîfeyên xwe bi cih anîn.

Xelkê me yê Rojava xwedî li Rêbertî derket, li dijî dewleta Tirk a dagirker her roj meşiya. Xelkê me yê Rojava jî baş fêhm kir ku heta dewleta Tirk neyê hilweşandin wê bêhn neyê ber gelê Kurd.

Xelkê me yê Başûr jî li ber dagirkeriyê rabû, her wiha ji bo hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk nede hikumeta Başûr li pêşiya gel bû asteng. Hikumeta Başûr berjewendiyên gelê Kurd nekir esas. Xelkê Başûr tevî her tiştî jî nerazîbûneke mezin nîşanî dagirkeriyê da.

Xelkê me yê Mexmûrê jî xwedî li pêngavê derket. Bi vê wesîleyê xelkê me yê li kampê pîroz dikim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Xelkê me yê li Şengalê jî tevlî pêngavê bû, bi gelek rengî wezîfeya xwe bi cih anî. Xelkê me yê Şengalê jî silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Xelkê me yê Rojhilat ji ber zextan bi rengekî eşkere nekarî tevlî pêngavê bibe, lê belê wan jî ji dil û can piştgirî dan.

Xelkê me yê li Ewropayê ji bo pêşvebirina pêngavê wezîfeya xwe bi cih anî. Xelkê me yê li Ewropayê ji xwe her tim xwedî li tevgerê û Rêber Apo derdikeve, vê yekê her tim nîşan dide. Li Ewropayê yekîtiya neteweyî ava bûye. Ji çar parçeyên Kurdistanê xelkê me li hev kom bû û xwedî li Rêbertî derket.

Xelkê me yê li Lavrîoyê jî tevlî pêngavê bû. Xelkê me yê li wê derê jî silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Bi taybetî gerîla beşdarî pêngavê bû, ruh da pêngavê. Dewleta Tirk ji bo polîtîkayên xwe yên ji bo qirkirina Kurdan bi ser bixîne li dijî Garê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir. Lê belê li hemberî berxwedana gerîla bi rengekî mezin têk çû. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hejiya. Li ser vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo hilneweşe li dijî herêmên Metîna û Zapê dest bi êrişên ji bo dagirkeriyê kir. Desthilatdarî hate ber hilweşînê. Têkoşîna gel û gerîla encameke bi vî rengî bi xwe re anî.

Bi vê pêngavê re me hewl dan ku nîşan bidin ev rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê li Bakur her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata navîn ji bo gelan metirsiyeke. Pêngavê li ser vê bingehê dest pê kir. Dibe ku bi temamî negihîşt armanca xwe, lê belê derbeke mezin li dewleta Tirk a faşîst xist. Kir ku ev desthilatdarî bê ber hilweşînê. Eger siyaseta desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê nehatibûya şikandin, muxalefet nedikarî li ber desthilatdariyê rabe. Divê her kesên li Tirkiyeyê vê bibîne û xwe deyndarê vê pêngavê bibîne. Desthilatdariya AKP’ê ji bo hilneweşe geh diçe ber lingê DYE’yê geh diçe ber deriyê Rûsyayê. Ketiye rewşeke bi vî rengî.

DI SALA DUYEMÎN A PÊNGAVÊ DE ARMANCA ME QEDANDINA VÊ DESTHILATDARIYÊ YE

Em ketin sala duyemîn a pêngavê û li gorî vê yekê we armancên nû diyar kir. Ev armancên nû çi ne?

Me ‘Plana têkbirinê’ ya AKP’ê hema hema pûç kir. Wê siyasetê êdî îflas kiriye. Di sala duyemîn a pêngavê de armanca me qedandina vê desthilatdariyê ye. Divê her kes li ser vê bingehê siyasetê bimeşîne. Me ‘Plana têkbirinê’ pûç kir, lê belê em dixwazin ku di sala duyemîn a pêngavê de bi temamî bigihêjin armancê. Eger li dijî faşîzmê li ser vê bingehê têkoşîn bê meşandin wê desthilatdarî bi temamî têk biçe.

Niha li Tirkiyeyê hesab li ser dema piştî Erdogan tê kirin. Bi taybetî CHP’ê dest bi bilêvkirina pirsgirêka Kurd kir. Bi dîtina we sedema vê gava CHP’ê çi ye?

Hinek dibêjin ku CHP bi hesabê hilbijartinê pirsgirêka Kurd bilêv dike. Dibe ku ev hesab jî hebe lê mesele tenê ew nîne. Ji ber ku me bi pêngavê re siyaseta AKP’ê pûç kir. Digotin ‘Em ê PKK’ê biqedînin, em ê Kurdan ji holê rakin, pirsgirêkeke bi vî rengî wê nemîne, em ê di demeke nêz de çareser bikin’. Ji bo vê yekê alîkarî ji partiyên din jî dixwest. Wan partiyan jî basweriya xwe pê anî û hinekan bi rengekî eşkere hinekan jî bi bêdengî piştgirî dan. Ji wan hebû ku wê AKP karibe PKK’ê biqedîne, pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê belê êdî dîtin ku ne bi vî rengî ye. PKK’ê bi têkoşîna xwe siyaseta wan pûç kir.

Dîtin ku pirsgirêka Kurd êdî mezintir bûye û CHP jî ji ber vê yekê jinûve pirsgirêka Kurd xiste rojevê. Eger em siyaseta AKP-MHP’ê têk nebira, wê CHP newêrîbûya pirsgirêka Kurd bixista rojevê. CHP ji berê ve heye, çima beriya niha pirsgirêka Kurd bilêv nedikir? Gelo pirsgirêka Kurd nû çêbûye? Na, 100 sal in pirsgirêka Kurd heye. Vê yekê bêjim, li Tirkiyeyê kî bixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, kêmasiyên xwe çi dibe bila bibe em ama de ne ji bo gavê biavêjin bibin alîkar. Eger bi rengekî taktîkî nêzîk bibe ji xwe wê eşkere bibe. Îro eşkere nebe jî wê sibe eşkere bibe. Divê em hêzê bidin yên ku pirsgirêka Kurd bilêv dikin ku karibin gavê biavêjin.

NÎQAŞA LI SER ‘MUXATAB KÎ YE’ ŞAŞ E

Li Tirkiyeyê rojên dawî nîqaşeke ‘muxatab Rêber Apo ye, yan na’ hate destpêkirin. Nîqaşeke bi vî rengî bêwate ye, berevajîkirin e. Ji bo Kurdan nîqaşeke bi vî rengî nîne. Hinekan hin tişt gotin, Rêber Apo beriya bi salan gotibû; ‘Cihê çareseriya pirsgirêka Kurd meclîs e, muxatab jî HDP ye’. Rêber Apo bi HDP’ê re hevdîtin kir, şand gel AKP’ê û got, ‘Bi partiyan hemûyan re biaxivin ku pirsgirêk bikeve rojeva meclîsê. Ku meclîs komîsyonê ava bike. Her wiha li komîsyonê ez jî karibin biaxivim’. Yê ku dibêje ‘Cihê çareseriyê meclîs e, muxatab jî HDP ye’ Rêber Apo ye. Eşkere kir ku ev yek çawa dikare bê kirin.

Rêber Apo çima meclîs nîşanî her kesî da, got ku divê komîsyon bê avakirin û her tişt qanûnî bibe? Ji ber ku polîtîkayeke AKP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune bû. AKP weke amûrekê bi kar dianî. Rêber Apo fêhm kir ku armanca AKP’ê serketina li hilbijartinê û dewamkirina desthilatdariya xwe bû. Ji ber vê yekê destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk di fermiyetê de bê çareserkirin. Rêber Apo ji bo kes nikaribe pirsgirêka Kurd îstîsmar bike diyar kir ku divê bê qanûnîkirin, li meclîsê bê çareserkirin û komîsyon bê avakirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê nêzî 6 meh in bênavber şer diqewime. Tenê di nava mehekê de dewleta Tirk 157 carî çeka kîmyewî bi kar anî. Li pêş çavên tevahiya cîhanê vê hovîtiyê dike. Têkildarî vê yekê her roj belgeyên nû eşkere dibin. Li dijî vê yekê gerîla bi rengekî gelekî mezin li ber xwe dide. Têkildarî rewşa dawî ya şer hûn dixwazin çi bêjin?

Berxwedaneke dîrokî heye. Di dîroka gelê Kurd û dîroka têkoşîna me de berxwedaneke bi vî rengî nebû. Dewleta Tirk a faşîst propaganda wê yekê kir ku herî zêde di nava 15 rojand e wê karibe her cihî bigire. Li ser vê bingehê gef li her kesî xwar, tirsand. Lê belê çi bû? Tenê çend gir bi dest xist, lê li wan giran jî nikare tevbigere. Ji ku derê dest bi êrişên dagirkeriyê kiribin hîn jî li wir in. Armanca wan ne tenê Zap, Metîna û Avaşîn bû, armanfca wan tevahiya qadên gerîla bû, tunekirina gerîla bû. Gerîla rûyê rast ê dewleta Tirk careke din teşhîr kir, stratejiya wê ya li Rojhilata Navîn têk bir. Stratejiya wan çi bû? Dagirkirina temamiya Kurdistanê, tunekirina gerîla, temamkirina polîtîkayên qirkirinê û piştre jî bidestxistina Rojhilata Navîn bû. Lê belê gerîla bi berxwedaneke fedayî ev stratejî pûç kir û hêz da h er kesî ku karibe li ber dewleta Tirk rabe.

Gerîla bi berxwedana xwe ispat kir ku derb dikare li dewleta Tirk bê xistin. Ev gelekî girîng e. Dewleta Tirk piştî ku derb xwar dît ku nikare encamê werbigire, lewma PDK xiste navberê ji bo alîkariyê bide wan. Lê belê vê jî têrê nekir, vê carê rabû çekên kîmyewî bi kar anî. Weke ku we jî got di nava mehekê de 157 carî çekên kîmyewî bi kar anî. Gelek heval bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Dijmin li gel vê yekê jî nikare encamê bigire. Ciwanên Kurd destanan dinivîsînin. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê destanan dinivîsînin. AKP û hevkarê wê PDK çi dikin bila bikin wê ev têkoşîn bi ser bikeve. Dibe ku AKP-MHP ji bo pêşîgirtina li vê yekê zextan êrişan zêde bike, lê belê wê nikaribe pêşî li vê tunebûnê bigirin. Ev êriş wê têkçûna wan bêhtir nêzîk bike.

PDK’ê 2 mehên dawî bi nêzîkatiyeke dijminane du komên gerîla xiste kemînê. Hinek dibêjin ku di encama van kemînan de hin gerîla şehîd bûne, hinek birîndar bûne û dîl hatine girtin. Piştgiriya ku PDK dide dewleta Tirk di asta herî bilind de ye. Hûn vê hevkariyê çawa dinirxînin?

Kemînin ku PDK datîne ber gerîla nîşan dide ku di kîjan astê de piştgiriyê dide dewleta Tirk û bi çi rengî li ber gerîla radibe. Bi dîtina min her kes vê dibîne. Rêyên gerîla dibirin, ji bo gerîla nikaribe ji cihekî biçe cihekî. Dor li gerîla girtiye, ambargo daniye ser, dema ku ji cihekî derbasî cihekî din dibe kemînê datîne. Dewleta Tirk vê dixwaze, PDK jî alîkariyê dide wan. Gelê me ji PDK’ê dixwaze ku encamên van kemînan eşkere bike. Gelo heval şehîd xistine, yan birîndar xistine, dîl girtine? Li bendê ye ku bersiva van pirsan bide. Lê belê PDK bi ti awayî daxuyaniyê nade. Yanî gelê Kurd çi bixwaze jî bi cih nîne, gelê Kurd ji xwe re nake esas. Dewleta Tirk ji xwe re dike esas, dixwaze dilê dewleta Tirk xweş bike. Ji ber vê yekê encamên wan kemînan eşkere nake. Gel dibîne ku PDK kemînan datîne ber gerîlayên ku li dijî dagirkeran şer dikin û şehîd xistine. Gelê me ji vê rewşê nerazî ye. Lê belê ev nerazîbûn divê hîn bêhtir bê nîşandan. Ji bo eşkere bibe ku PDK’ê bi dewleta Tirk re çi peyman kiriye, hîn bêhtir zextê bikin.

Dewleta Tirk çeka kîmyewî bi kar tîne, lê ne NATO ne jî DYE deng nake. Van hêzan ji ber bikaranîna çeka kîmyewî nerazîbûn nîşanî hin kes û hêzan didin, her wiha zextê li wan dikin. Lê belê li pêşberî dewleta Tirk bêdeng in. Divê gelê me hesabê vê jî bipirse. Eger NATO û DYE bêdeng dimîne hingî dixwaze û destûrê dide ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar bîne.

Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên ku PDK li ser serdest e sûîqestên siyasî rojên dawî zêde bûn. Herî dawî Şukru Serhat ê ku 40 salan di nava têkoşîna şoreşê de bû hate şehîdxistin. Bi vî rengî peyameke çawa didin gelê Kurd û tevgera azadiyê?

Ji dîrokê ve dijminê Kurd, dema ku di nava partî yan jî rêxistinên Kurdan de pirsgirêkekê rû dida her tim hewl dan ku vê yekê mezintir bikin. Niha li nava YNK’ê hinek pirsgirêkên navxweyî hene. Dijmin jî dixwaze van pirsgirêkan mezintir bike û bi vî rengî YNK’ê û Kurdan lawaz bike. Bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe. Hem yên li nava YNK’ê, hem gelê me; bi taybetî xelkê me yê li Silêmaniyeyê û derdora wê divê hay ji van lîstikan hebe û rê nedin. Piraniya xelkê me yê li Silêmaniyeyê û derdora wê mirovên hunermend, rewşenbîr, nivîskar û têgihiştî ne. Di demokrasî û azadiyê de bi israr in. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya xelkê me yê li wir heye. Dijmin ji ber ku vê dibîne dixwaze xelkê me, têkoşîna azadî û demokrasiyê lawaz bike.

Dijmin van komkujiyên siyasî bi taybetî di pêvajoya hilbijartinê ya Iraqê de zêde kir. Ev hilbijartin hilbijartineke ji rêzê nîne. Di vê demê de bi zêdekirina sûîqestan, bi mezinkirina tevlîheviyê û zêdekirina pirsgirêkên li nava YNK’ê dixwaze di nava gel de parçebûnekê biafirîne. Bi vî rengî dixwaze YNK encameke xurt ji hilbijartinê bi dest nexe û li herêmên YNK’ê hin hesabên xwe bixe dewrê. Ev eşkere ye. Bi dîtina min haya YNK’ê û xelkê me yê Silêmaniyeyê ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê divê hay jê hebe û van lîstikan bibînin. Yên ku di nava YNK’ê de ne û yên li derveyî YNK’ê jî fikrê xwe çi dibe bila bibe divê her kes ji bo YNK’ê bixebite ku YNK di van hilbijartinan de encameke xurt bi dest bixe. Divê ev lîstika dijmin bê têkbirin. Nêzîkatiya me jî ew e ku YNK di vê hilbijartinê de bi xurtî bi ser bikeve. Lewma divê kesek bi rengekî teng li meseleyê nenihêre.

DEWLETA TIRK JI BO TEMAMIYA BAŞÛR DAGIR BIKE TIRKMENAN AMADE DIKE

Sûîqesta li Silêmaniyeyê ne sûîqesteke bi tenê li dijî kadroyên PKK’ê ye. Di şexsê kadroyên PKK’ê de li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Ji bo îradeya gelê Kurd bê şikandin ev komkujî têne kirin. Dewleta Tirk li dijî tevahiya gelê Kurd e. Ji bo Kurdên Azad nebe siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ji ber vê yekê jî êrişî her qada ku Kurd lê ne dike. Ji ber çi êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Şengalê dike ji ber heman sedemê êrişî Silêmaniyeyê jî dike. Êrişî îradeya gelê Kurd dike.

Dixwaze her kesî bitirsîne, serî li her kesî bide tewandin. Dewleta Tirk amadekariya wê dike ku dema firsend û zemîn dît wê temamiya Başûr dagir bike. Ji ber vê yekê bi Tirkmenan re dixebite. Tirkmenan ji vê yekê re amade dike. Dixwaze li Başûr tevlîheviyê çêbike, bi hinceta ‘Em ê Tirkmenan biparêzin’ temamiya herêmê dagir bike. Amadekariyê ji bo vê yekê dike. Divê xelkê me yê Başûr vê yekê bibîne. Eger îro li ber êrişên dewleta Tirk ranebe dibe ku sibe dereng be.

Dewleta Tirk a qirker bi rengekî bênavber êrişî Rojava dike. Her roj mirovan dikuje, xwezayê talan dike. Tevî vê yekê Erdogan beriya çend rojan li Neteweyên Yekbûyî got, ‘Me 450 hezar koçberên Sûriyeyî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kir’. Gefên li ser Rojava dewam kir. Rejîma AKP-MHP’ê ya ku li welêt têk çû ye gelo dixwaze li Rojava çi bike? Armancên xwe çi ye?

Xelkê me yê Rojava Rêbertî baş nas dike. Ji ber ku ji perwerdeya Rêber Apo derbas bûn. Lewma dest ji sekna xwe ya li aliyê demokrasî û azadiyê bernade. Li Rojava şoreşek pêk anîn, di vê şoreşê de jinên Kurd roleke girîng lîstin. Ev şoreş kirin Şoreşa Jinê. Rojava bandoreke mezin li têkoşerên demokrasî û azadiyê yên li tevahiya cîhanê kir, ji bo wan bû hêvî. Lewma ji her devera cîhanê mirov tevlî nava şoreşa Rojava bûn. Şoreşa Rojava ne tenê li nava Kurdan di heman demê de li nava tevahiya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ruhekî berxwedanê afirand. Jiyana bi hev re di nava gelan de pêk anî.

Erdogan ê faşîst got, ‘Me 450 hezar koçberên Sûriyeyî li wir bi cih kir, lê belê hîn jî bi milyonan koçber hene. Hêza me nîne ku van vehewînin, em dixwazin li herêmên cuda bi cih bikin’. Yanî dibêje ku dixwaze çend herêmên din li Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Kes jî li dijî vê deng nake. Wateya vê ew e, ‘Ez ê komkujiyê bînim serê Kurdan, piştgiriyê bidin min’. Bêdengiya li hemberî vê yekê tê wateya ‘tu dikare bike’. Gelê me heta niha çawa li dijî dewleta Tirk li ber xwe da, ji niha û pê ve jî divê bi heman rengî li ber xwe bide. Li dijî êrişên dagirkeriyê divê amadekariyên xwe bikin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê li ber dewleta Tirk a faşîst rabe. Ji ber ku tehma demokrasî, azadî û biratiyê wergirt. Lewma wê xwedî li xwe, şoreşa xwe derkevin, wê nehêlin ku dagirker bi hêsanî tevbigerin.

Salvegera serhildana Kobanê nêzîk dibe. Di pêvajoya serhildana Kobanê de gelek welatparêz di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Niha jî HDP ji ber doza kûmpasê tê darizandin. Tevî vê yekê bi hevkariya DAÎŞ û AKP’ê li Gar a Enqereyê 10’ê Cotmehê êrişa bombeyî hate kirin û zêdeyî sed kesî jiyana xwe jid est dan, zêdeyî pênc sed kes jî birîndar bûn. Hûn encamên van bûyeran çawa dinirxînin?

Berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye. DAÎŞ’ê li wir derb xwar û careke din nekarî xwe komî ser hev bike. Têkçûna DAÎŞ’ê li wir dest pê kir. Erdogan digot DAÎŞ wê Kobanê bi dest bixe, em ê jî Efrînê, bi vî rengî jî Şoreşa Rojava bi dawî bikin. Lê belê çi bû? DAÎŞ’ê derba destpêkê li Kobanê xwar. Planên Erdogan ên li ser Kobanê hemûyan derb xwar. Ji çar parçeyên Kurdistanê piştgirî ji berxwedana Kobanê re hate dayin. Bi taybetî xelkê me yê li Bakur di 6-8’ê Cotmehê de eger li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ranebûya ser piyan wê Kobanê ti carî nekarîbû bi ser biketa. Bila hem Kobanê hem jî Rojava bi vê yekê baş zanibin. Her wiha ji gelek deverên cîhanê şoreşger çûn Kobanê ji bo şer bikin. Bi saya vê yekê li qada navneteweyî piştî Vîetnamê ji bo Kobanê tevgerek hate avakirin. Kobanê bi vî rengî bi ser ket. Eger ev nebûna nepêkan bû ku bi tena serê xwe bi ser biketa. Divê ev yek ti carî neyê jibîrkirin. Yên ku şoreşê biparêzin gelê Kurd û dostên Kurdan ên li qada navneteweyî ne; dewlet nînin. Dewletekê jî piştgirî neda Şoreşa Rojava. Dibe ku hin dewlet ji bo berjewendiyên xwe bi rengekî taktîkî nêzîk dibin. Lê belê yên ku şoreşê diparêzin û dewam dikin, gel e.

Yên ku di 6-8’ê Cotmehê de ji bo Kobanê rabûn ser piyan, berdêl dan kî bûn? Gelê Kurd bû, yên ku di bin sîwana HDP’ê li hev civiya bûn. Hinek ji wan ti eleqeya xwe bi HDP’ê re jî tunebû. Hin faşîstên Tirk dibêjin ku berpirsyar HDP ye, ne rast e. Dixwazin ku tolê ji yên ku niha ji ber Kobanê têne darizandin hilînin. Ji ber ku Erdogan li ser Kobanê gelek plan çêkiribû, ji ber ku bi ser neket niha dixwze tolê hilîne. Rastî ev e. Eger yên divê bêne darizandin hebin ew jî AKP û MHP ne. HDP û Kurd nîne. Yên ku di pêvajoya serhildana Kobanê de hatin qetilkirin piraniya wan Kurd bûn. Hemû jî ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin. Leşker û polîsan ferman ji kê wergirt? Bêguman ji AKP û MHP’ê… Ji ber vê yekê yên divê bêne darizandin ew bi xwe ne.

Ne tenê dixwaze ji Kurdan tolê hilîne, her wiha dixwaze ji alîgirên demokrasiyê û azadiyê, ji her kesên li ber AKP’ê radibin tolê hilînin. Komkujî ji ber vê yekê kirin. Ev komkujî jî bi destê AKP-MÎT û DAÎŞ’ê hate kirin. Ji ber ku di nava DAÎŞ’ê de endamên MÎT’ê hebûn. Dibe ku bi navê DAÎŞ’ê komkujî kirin lê belê yê kir desthilatdariya AKP’ê bû. Bi vê komkujiyê xwestin her kesî bitirsînin û desthilatdariya xwe dewam bike. Weke ku wek jî got Komkujiya Gar a Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê de komkujiya herî mezin bû. Hîn jî nehatiye eşkerekirin ku ev komkujî çawa hatiye kirin, ji ber ku di binê vê komkujiyê de ew hene. Naxwazin rastî eşkere bibe. Piştî vê komkujiyê her kes tirsandin û li pêşiya karê hilbijartinê yê muxalefetê bûn asteng. Tenê AKP-MHP ji bo hilbijartinê dixebitî û encama vê jî wergirtin. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin ew komkujî kirin.

Ji bo pêşî li tifaqa gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bigirin li Gar a Enqereyê komkujî kirin. Ji ber ku AKP’ê zanîbû ku ev tifaq wê dawî lê bîne. Eger li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşîneke hevpar bê meşandin wê encam bê wergirtin. Şehadet vê yekê nîşan dide. Şehîdên li Gar a Enqereyê 10’ê Cotmehê di komkujiyê de şehîd bûn çi îfade dike? Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya. Ji ber ku wan jî Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistaneke xweser dixwestin. Ji ber vê yekê divê em vê xetê ji xwe re bikin esas. Divê şehîdên 10’ê Cotmehê hinceta meşa li ser vê xetê be. Eger bi vî rengî be ev desthilatdariya faşîst dikare bê tunekirin.