‘soz didim te, ezê bibim layiqî her dilopa şîrê te yê pîroz’

Merheba dayika min a delal

Diviyabû niha li ba te bûma, dest û lingên te yên pîroz ramûsama, biketama xizmeta te dayê; û ji bo min jana laşê te sivik bikira mi her tişt bikira, li ber doctor û bijîjkan bigeriyama û min tika ji wan bikira ku hemû rê û rêbazên tiba cîhanê bixin dewrê da ku te rizgar bikin dayê. Min bigota ‘zû rihet kin dayika min, zû rihetkin da em biçin, hemû zar û zêc, neviyên wê riya wê dipên li malê’… Lê nebû dayika min, min nekarî wer bikim. Dijmin kafir e, nahêle kurê dayika delal ligel be, bibe derman ji derdê wê re… dilê xwe jê re veke. Ma ne em kurd in, di çavên wan de ‘di kêliya herî dawî ya jiyanê de jî divê nikaribin dayika xwe bibînin, nikaribin heqê xwe jî li hev helal bikin’ … Lê tu meraq neke dayika min a şîrîn, rindik, ma ne te jî te timî ji min re digot ‘Berxwedan Jiyan e’. Rojekê teqez ewê kurê te bi ax û welatê azad were cem te. Wê çaxê ezê ramûsim dest û lingên te yên pîroz Anê. Erê Anê emê xeyalê birayê te Fethi, apê İsmet û rêheval Mehmûd (ê nû ket nav karwanê wan ê nemiran) bi MîrêMîra’ya azad re li Deşta Sirûcê hev bibînin, te û hemû dayikên kurd silav bikin… Emê tişta herî xweşik a cîhanê, emê azadiyê bînin ji we re dayê….

Dayika  min a delal, bi vê hesret û bêrîkirinê te silav dikim. Ji vî dilê şoreşger silav û hezkirinên bêdawî rê dikim ji te re. Bi bêrîkirina salan te hembêz dikim. Ez timî dua dikim ji bo ku tu rojek berîya din rihet bibî anê. Hemû hevalên min ên vir jî tên destê te, silavan li te dikin.

Em tev baş in dayê, qet mitala me neke, wek her dem ‘kêf kêfa me ye’… Çend roj berê bavê min û Rêzan hatin serdana min, gotin ku hemû ferdên malê baş in.. silavên hemûyan ji me re anîn. Neviyên te mezin bûne dayê, ewê herin zanîngehê. İsmê jî hatibû lê nehiştin ew were hundur. Min pir dixwest wî jî bibînim, lê nehiştin anê ma em çi bikin, em girtî ne, li zindanê ne, tiştek ji destê me nayê. Piştî ku wisa kirin, ez jî ev hefteyeke ji neviyên te re nameyan dinivîsim. Min îro qedandin, piştre jî min dest bi nameya ji bo çavşîna xwe Dayika xwe kir, dayika min a dilbihuştî….

Dizanim dayika min î şîrîn; dizanim ku tu bi zimanê tirkî nizanî. Min pir dixwest bi zimanê te binivîsim lê nahêlin, dibêjin (li vir kes nîn e ji bo wergerê). Ji bo ku pir dereng nebe vaye ez jî bi zimanê ‘tirko’ dinivîsim ji te re. Bila Mistefa ji dayika min re wergerîne kurdî, qet meraq neke, bila siheta te li cî be, bibe wek berê bes e, hewl bide were ser xwe dayê, rabe ser piyan, ezê paşê ji te re bi kurdî jî binivîsim canê.

Delala min, vaye ev 8 mehin tu li nexweşxaneyê li ber xwe didî; bijîjkan gotiye ‘dilê wê pir bi quwet e’. Min jî got ‘bêguman dayika min xwedî hêz e, xuşka Fethi ye, dayika kurd e, dilbihuşt e dayika min, pir taybet û pir bedew e. Min got ewê vê care jî heq ji nexweşiyê derê, li erebê siwar bibe, bê serdana min, emê têra xwe sohbet bikin. De heydê Anê, dayika min î binirx, vê carê jî rihet bibe cana min. Dizanim niha dengê min tê te û tu min hîs dikî. Textoran ji bo te gotiye ‘bendewariyeke wê heye’; tu li benda tiştekî yî dayê… Bavo jî gotiye ‘kurê wê di zindanê de ye, li hêviya wî ye ma wekî din wê çi hebe’.  Vaye dayê binêr vaye bi nameyekê têm gel te, rihet bibe, soz didim ezê bi xwe jî bêm gel te dayê… Ez ji bo sewka xwe jî dinivîsim ezê bêjim ‘dayika min li hêviya min e’ min bibin gel wê, ji bo ku karibin destên wê yên germ û nerm ramûsim, herim piyên wê yên pîroz, li min helal bike…. Tu qet meraq neke dayê, ezê teqez rojekê bêm ba te, lê ezê bi azadiyê re were cem te dayê, azadiya ku bersiva hemû êş û janên te kişandî bide dayê… Lê beriya wê, divê niha tu rihet bibî û vegerî werî cem me, em tev bendewarê te de ne Anê…

Cana min, dayika min, çavşîna min;

Gava em biçûk bûn, gava em ciwan bûn, me gelekî tu xemgîn kir, tu ji me re hem dayik bû hem bav, te timî em parastin dayê.  Wê çaxê dema bavê min li zindanê bû, te ez dibirim hevdîtina wî, bajar bi bajar digerandim ji bo bavê xwe bibînim Anê… Eger bêhemdî xwe min dilê te şkandibe li min helal bike dayê. Te gelek ked û emek da me, te em mezin kirin… te û bavê min ji bo me, ji bo xwişk û birayên min, we gelek ked da, me jî got em  vî heqê we encax dikarin bi azadiyê bidin û ez jî ketim ser riya xal û apên xwe… li ser riya wan dimeşim… Lewra dizanim, encax gava ku em bi azadiya di hembêza xwe de herin cem dayikên xwe yên kedkar, encax wê demê em dikarin heqê wan bidin wan… encax wê demê em dikarin ji we bixwazin ku hûn li me helal bikin….  Belê dayê, li vê dinyayê dibe yan jî li wê dinyayê be, dawiya dawî emê bi dayika axa pîroz re bibin yek lê çi dibe bila bibe ezê bi azadiyê werim gel te. Ezê meşaleya azadiyê ya xal û apê xwe û Mehmûdê me, ezê werim cem dayika xwe ya delal….

Çavşîna min, dayika min a serbilind, heye ku li vê dinyayê em hev nebînin û te çûyîn dabe ber xwe, teqez tuyê herî bihuştê û li wir Fethiyê min, Mehmûdê min, apo İsmet û bi sedan nirxên me yên hêja bibînî.  Ew li wir, di hembêza axa pîroz a welatê me de li benda te û me ne… Soza me ji bo te û hemû nirxên me yên pîroz; teqez emê bi meşaleya azadiyê hemû tarîtiyan ronî bikin. Ji dijmin re înad emê bêjin ‘berxwedan Jiyan e’

Anê-can dibe ku em carek din hevdu nebînin, ji ber wê min nameyek wisa ji te re nivîsî. Daxwaza min ji te ewe ku tu wî şîrê xwe yê pîroz li min helal bikî. Ez carek din soz didim te ezê bibim layiqî her dilopa şîrê te yê pîroz. Keda xwe, heqê xwe, şîrê xwe helal bike dayika dilbihuşt…

Hêvî û daxwaz dikim ku tu karibi bi saxî li vê nameyê guhdar bikî û hêvî dikim ku tu karibi carek din werî serdana min. Ez pir pir ji te hez dikim, têm destê te yê mîna hevrêşim germ û nerm dayê…bi bêrîkirin te maç dikim, hembêz dikim dayê.  

Bo vê gavê bi xatirê te dayika min, cana min. Bêşik, emê rojekê yan li welatê azad yan jî di bin axa azad de emê hevdu bibînin, emê li welatê xwe yê pîroz bikevin hembêza hevdu dayê…

Bi xatirê te dayika min a bedew, cana min….

Pir ji te hez dikim.

Kurê te, berxikê te İsmê…

Heqê xwe helalke Anê!….

Silav û rêzên şoreşgerî

İsmet Karak (Çem)

Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkale

30/08/2021