Li DYE’yê ku ketiye nava pêvajoya hilbijartina serokatiyê, karwanek ji bi hezaran kesî ji Hondûrasê ber bi DYE’yê ve bi rê ket, ku ev yek sozên Trûmp ê li ser polîtîkaya ewlekariyê xurt dike.

Sala 2018’an meşa bi hezaran koçberan ji welatên Emerîka Navîn ber bi DYE’yê dema dawî bi rojan di rojevê de mabû. Beriya hilbijartinên serokatiyê yên 3’ê Mijdarê karwaneke nû ya koçberan ji Hondûrasê bi rê ket ku ev yek destê Serokê DYE’yê Donald Trûmp xurtir dike ku bi helwesta xwe ya li dijî koçberan tê naskirin.

Nêzî 3 hezar kesên ji tundî û xizaniyê ji Hondûrasê reviyan, ber bi duyemîn bajarê herî mezin ê welêt San Pedro Sûla bi rê ket. Karwana koçberan doh sînorê Gûatemalayê derbas kir.

Piştî sala 2018’an her wiha di sala 2019’an û destpêka sala 2020’an jî karwana bi heman rengî ya koçberan ber bi DYE’yê ve bi rê ketibûn. Ev karwan dixwaze piştî Gûatemalayê di ser Meksîkayê re xwe bigihîne DYE’yê.