Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan got, dewleta Tirk bi destwerdana li Qerebaxê re ji bo xeyala xwe ya Tûranî gava destpêkê avêtiye û destnîşan kir, çeteyên ji Sûriyeyê aniye jî amadekariya hewldanek li dijî Îranê ye.

Şerê ku di 27’ê Îlonê de li Qerebaxê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dest pê kir, dewam dike. Dewleta Tirk bi hêza xwe ya leşkerî û bi çeteyên ji Sûriyeyê tevlî vî şerî bûye û şer sor dike.

Qerebax di dîrokê de her tim cografyayeke Kurdan bû û di salên destpêkê yên Yekîtiya Sowyetan de weke Kurdistana Sor hatibû ragihandin. Kurd piştre ji Qerebaxê hatin derxistin.

Piştî ku Sowyet ji hev belav bû, di 10’ê Kanûna 1991’ê de Qerebax bi rêya referandûmê ji Azerbaycanê qut bû. Şerê ku li Qerebaxê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dest pê kir, heta sala 1994’an dewam kir.

Ji bo çareseriya pirsgirêkê, di sala 1994’an de bi pêşengiya Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (OSCE) Koma Mînskê hate avakirin ku Rûsya, DYE û Fransayê hevserokatî jê re kir.

Qerebax di pratîkê de di bin serweriya Ermenistanê de ye. Li Qerebaxê ji sala 1994’an û vir ve car carna di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şer diqewimî.

Şerê ku 27’ê Îlona 2020’î dest pê kir, piştî ku dewleta Tirk jî tevlî bû û Rûsya, DYE û welatên Ewropayê hîn helwesteke zelal têkildarî mijarê nîşan nedaye, roj bi roj giran dibe.

Hevserokê Kurdistan Komîte ya li Erîvanê Silo Dirboyan rewşa li herêmê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk bûye aliyekî yekser ê şer.

DEWAMA QIRKIRINA ERMENAN…

Silo Dirboyan, êrişên dewleta Tirk ên li ser Qerebaxê weke ‘Dewama Qirkirina Ermenan a 1915’an’ pênase kir û got, “Dewleta Tirk çawa ku li Kurdistanê, Sûriyeyê, Iraqê û Lîbyayê bi karê dagirkeriyê rabûye, bi heman awayî dixwaze li Kafkasyayê jî hin herêman dagir bike.”

GAVÊN DESTPÊKÊ YÊN TÛRANÎZMÊ

Silo Dirboyan destnîşan kir ku sedema tundbûna şerê li herêmê, ‘gava destpêkê ya dewleta Tirk a ji bo xewn û xeyalên Tûranîzmê ye’ û têkildarî mijarê ev şîrove kir: “Hêzên navneteweyî xwestin, berê şerê li Derya Spî, Lîbya, Bakurê Efrîkayê bide Kafkasyayê. Piştî ku Ermenistanê jî tişta ji Rûsyayê hêvî dikir nedît, şer giran bû.”

SEDEMA BÊDENGIYA RÛSYAYÊ

Li ser bêdengiya Rûsyayê ku heta niha nerazîbûneke xurt nîşan nedaye Dirboyan got, “Di vê mijarê de şîroveyên cuda hene. Ya sereke jî ew e ku Rûsya hewl dide pêşî li hêzên esasî yên li pişt van êrişan bigire. Şîroveya din jî şîroveya senaryoya nebaş e. Li gorî wê şîroveyê jî, Rûsya mîna ku li Sûriyeyê kir di berdêla hin bazariyan de dest ji Qerebaxê berdaye.”

Silo Dirboyan diyar kir ku şîroveya senaryoya nebaş wê zerarê bide Rûsyayê û bi bîr xist, ku dewleta Tirk her tim li pey fikrê Tûranîzmê ye û eger li Qerebaxê bi ser bikeve wê hewl bide vê yekê li komarên Tirkî hemûyan belav bike.

‘ÇETEYÊN JI SÛRIYEYÊ HATINE ANÎN JI NIHA VE DEST BI TALANÊ KIRINE’

Silo Dirboyan destnîşan kir ku çeteyên ku dewleta Tirk ji Sûriyeyê aniye herêmê, beriya her tiştî wê bibin belayê serê gelê Azerî û ragihand, ku çeteyan ji niha ve dest bi talanê kirine. Silo Dirboyan got, “Niha niha ve li gelek herêmên ku xwe gihandine dest bi talanê kirine. Mal û kargehên şêniyan talan dikin, diziyê dikin. Tişta ku li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, li Rojava kir, heman tiştî li vir jî dikin.”

‘ÇETE AMADEKARIYA JI BO PÊNGAVEKE GENGAZ A LI DIJÎ ÎRANÊ YE’

Dirboyan anî ziman ku çeteyên ji Sûriyeyê hatine anîn bi giranî li herêmên nêzî sînorê Îranê hatine bicihkirin û diyar kir, ku ev yek pêkane amadekariya pêngaveke gengaz a li dijî Îranê be. Dirboyan got, “Bicihkirina van çeteyan li ser sînorê Îranê divê weke amadekariya gaveke gengaz a li dijî Îranê were dîtin.”

‘DI NAVA ERMENAN DE RUHÊ YEKÎTIYÊ HEYE’

Dirboyan ragihand ku di şerê li Qerebaxê de Ermenan ti cih ji dest nedane, her wiha li hin deveran bi pêş ve çûne û anî ziman ku li hin qadên şer sivîl hatine derxistin. Dirboyan got, “Li aliyê din li gorî şerê beriya niha di nava gelê Ermen de ruhekî mezin ê yekîtiyê heye. Her wiha Ermenên li dîasporayê jî di nava seferberiyeke mezin de ne.”

‘NE ŞERÊ GELAN E’

Silo Dirboyan li ser rewşa Kurdên li Ermenistanê jî got, “Em li vir bi gelê Ermen re dijîn. Her wiha li Azerbaycanê jî Kurdên me hene. Ev ne şerê gelan e, şerê ku serdest il ser gelan ferz dikin û hewl didin gelan li dijî hev bidin şerkirin. Bi navê Kurdên li Ermenistanê em bi gelê Ermen re ne. Gelek ciwanên Kurd di nava artêşê de ne. Bi destwerdana dewleta Tirk re em vî şerî weke şerekî li dijî xwe dibînin.”

‘ÇÎROKA LEŞKERÊ KURD Ê SERÎ HATE JÊKIRIN’

Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan got, “Divê Kurd jî Ermen jî şaşitiyên dîrokî nekin” û destnîşan kir ku dewleta Tirk di dijminatiya li Kurdan û Ermenan de sînoran nas nake û qala çîroka leşkerê Kurd Kerem Siloyan kir ku sala 2016’an li heman herêmê di şer de serê wî hatibû jêkirin: “Di vir de dixwazim mînakekê bidim. Beriya çend salan şerek qewimî. Di wî şerî de leşkerên Tirk destek didan artêşa Azerbaycanê. Wê demê Kurdekî Êzidî hebû di nava artêşa Ermenistanê de ku navê wî Kerem Siloyan bû. Her wiha li ser cîhazê bi Kurdî diaxivî û moral dida gel. Di dawiya dawî de şer kir û piştî ku şehîd bû, leşkerên Tirk ên çûn herêmê di nava ewqas cenazeyan de serê wî jê kir û dîmenên wî weşand. Em dijminatiya dîrokî ya dewleta Tirk baş zanin.”

Têkildarî çîroka Kerem Siloyan:
 https://cdn.iframe.ly/AyMPS64?v=1&app=1