&- Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 169mîn de, li Başûrê Kurdistan Hewlêrê jî, berxwedana Nasir Yagiz , di roja 155mîn de berdewam dike.

Li 87 zindanên dewleta Tirk, 335 dîlên ji doza PKK û PAJKê, 130 roj in, zêdetirî 7 hezar dîlên azadiyê jî, ji 1’ê Adarê ve, 55 roj in,
Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana 14 berxwedêran 130 roj in,
Li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, 130 roj in, di greva birçîbûnê de ne.

Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, 98 roj in,

Piştî, ji zîndanê derketin Mahsum Şen 111 roj in, Semra Akan 109 roj, Gurbet Ektîren 101 roj, Sedat Akin 98 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 56 roj û Salih Tekin û Sevîcan Yaşar jî 53 roj in, Murat Aksin jî 42 roj in, greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.

Tevahiya berxwedêran bi zimanekî hevbeş dibêjin, heya tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

&- Kurdistaniyên li Ewropa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin didomînin.

Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba 103,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 97, Hasbî Çakici jî 96,
Li Almanya paytext Berlînê, Mele Mustafa Tuzak 103 roj, Şiyar Xelîl 90, Omer Bağdur û Cemal Kobanê 96,
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 83, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 65 roj in,
Li Ingilîstanê paytext Londonê Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 42 roj in,
Li Italya paytext Roma, Erol Aydemîr, 34 roj in
Li paytexta Fransa Parîsê Ozkan Ozdemîr, 25 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Li Başûrê Kurdistanê; li Mexmûrê Fadile Tok jî 95 roj,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 60 roj, endama tevgera Azadî Gulebax Celal jî 39 roj,
Parlementera HDP’ê Dersim Dag 52, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç jî 48 roj in, de greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.

Li Hewlêrê 155, Li Silêmaniyê 132, li Mexmurê 130,
Li Fransa, bajarê Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa û CPTê, 58 roj in grevên birçîbûnê berdewam dikin.

Berxwedana girseyî li Strasbourgê, li ber Parlamena Ewropa, di roja 30emîn de dewam dike.