Daxuyaniyên artêşa Rûsyayê der barê şerê li Sûriyê û geşdanên li Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Lûbnan rojeva rojnameyên erebî yên Îro bûn.

Al-Ereb: artêşa Rsiyayê ji Esad re dibêje: Bêyî Moskoyê dê Şam bin biketa

Der barê geşedanên li Sûriyê rojnameya Al-Ereb nivîsî: “Serfermandarê Giştî yê Artêşa Rûsyayê Genera Valarty Gearasemove teqez kir ku eger ne alîkariya leşkerî ya Moskoyê ba, dê Şam sala 2015`an ketiba.”

Xuyaye ku daxuyaniyên serokê artêşê ji Beşar Esed û hevalbeda wî Tehranê re ne. ku Mosko û Tehranê ji bo parvekirina destkeftiyan li Sûriyê di nava pêşbirkê de ne.

Generalê Rûsî diyar kir ku di sala 2015`an li ser daxwaza Şamê hêzên wan ên asmanî li Sûriyê şer kirin, wê çaxê tenê ji 10% axa Sûriyê di bin destên hikûmetê de bû.

Şeriq El-Ewset: Dost û dijminên Şamê ji bo destkeftiyan di nava pêşbirkê de ne

Rojnameya Şeriq El-Ewset, der barê mijarê nivîsî: “Dijberên Şamê û dostên wê fişarên xwe zêde kirin da ku ji qelsiya siyasî û aborî ya Sûriyê sûd werbigirin û hin destkeftiyê stratejîk bidest bixin.

Li gorî çavkaniyên diplomasî, destkeftiyên aborî yên Îranê li Sûriyê li xweşiya Rûsyayê nehatin. Li aliyekî din serokê Amerîkayê biryar da ku nêzî hezar leşkeran li Rohilatê Firatê bihêle. Dîsa tê gotin ku di navbera Mosko û Enqerê de bazara Til Rifet beramber Cisir El-Şixûr hatiye kirin, her wiha Mosko ji Şamê xwestiya ku Êrîşî Idlibê neke, ji ber ku têkiliyê Rûsya bi Enqerê re ji Idlibê mezintir in.”

Şeriq El-Ewset: Amerîka dê hezar leşkeran li Rojhilatê Sûriyê bihêle

Rojnameyê nivîsî:”Derdorên nêzî Wezareta Parastina ya Amerîkayê diyar kirin ku Washinton dê hejmara leşkerên xwe yên li baregeha Tenefê ya bakurê Sûriyê bike 1000 leşker.

Sûdan

Derbarê rewşa li Sûdanê rojnameya Al-Heyat nivîsî: “Lîderên protestoyan yên Sûdanê roja Çarşemê banga gireva giştî kirin, eger Meclisa Leşkerî daxwazên wan pên neyîne û desthilatdariya radestî sivîlan neke.

Ehmed El-Rebî yek ji lîderên tevgera protestoyê ye got ew ê roja înê xwepêşandanên bi milyonan li dar bixin.

Tirkiyê

Di mijara Tirkiyê de rojnameya Al-Erab nivîsî: “Ajansa Interfaxê diyar kir ku Rûsya dê meha Tîrmehê sîstema çekan a S400 radestî Tirkiyê bike, ev jî dê rê li pêşiya cezayên nû yên Amerîkayê veke û dê aloziya Tirkiyê ya aborî mezintir bike.

Dîsa di mijara Tirkiyê de rojnameya Al-Heyat nivîsî: “Polîsên Tirkiyê çalakiya bîranîna komkujiya Ermeniyan li Istenbolê qedexe kirin.

Nêzî 100 xwepêşandêran ku di nava wan de welatiyên Fransayê û hin perlementerê Ewropayê jî hebûn, hewl dan ku komkujiya Ermeniayn li Istenbolê bibîr bînin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin”.

Lûbnan

Rojnameya Al-Bayan têkildarî rewşa Lûbnanê got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, duh, hin cezayên nû avêtin ser hin kes û saziyên girêdayî Hizbullaha Lûbnanê. Malparea wezareta Xezîneyê ya Amerîkyê diyar kir ku du kesên yek ji wan Lûbnanî yên din Belcîkî ne û sê pergalên ku du ji wan li Belcîka û yekî li Brîtanyayê ne, ketin ber cezayan”.

Îran

Rojnameya Şeriq El-Ewset têkildarî rewşa Îranê got: “Îran gefan dide ku ew ê desthilatdariya  ber bi cîhanê de fereh bike. serokê nû yê Muhafizên Şoreşê yê Îranê Hisên Selamî duh got: Pêwîst e desthilatdariya Îranê ji herêmê ber bi vîhanê ve fereh bibe, da ji bo dijminan tu cihên ewle nemînin.”

Filistîn

Der barê mijara Filistînê de, rojnameya El-Ereb got: “Amerîkayê duh çarşemê diyar kir ku Urdun dê nebe welatê Filistîniyan, di çarçoveya plana aşîtiyê ya Amerîka li Rojhilata Navîn ya ku weke (Lihevhatina Sedsalê) tê naskirin. Tê payin ku plan meha remezanê bête eşkerekirin.”

(kn)