Berxwedana gel, li dijî desteserkirina şaredariyan û erkdarkirina qeyuman, li Amedê, Wan û Mêrdînê, 22 roj in dewam dike.

Li Amedê, her roj, gel, rêveber û parlamenterên HDPê, ligel nunerên saziyên civakî, li Kolana Lîseyê çalekiya li dijî kiryara faşîzan, bi slogana “Dest nede îradeya min” çalekiyan pêktînin.
Doh, hevşaredarên Amedê Selçûk Mizrakli jî tevlî çalekiyê bû û axaftinek kir.

Mizrakli got: Emê bi serbikevin, teqez em ê biserbiekvin.

Li Wanê jî,
Nobeta Demokrasiyê, li dijî desteserkirina şaredariyan û erkdarkirina qeyuman, doh, di roja 22an de dewam kir.

Doh jî, gel, rêveber û parlamenterên HDPê, ligel nunerên saziyên civakî, li Îpek Yolû, hate pêkanîn.

Gel pankarta “Ne îradeya qeyûm, îradeya gel” vekir û parlamenterê HDPê Murat Çepnî axaftinek kir.

Çepnî got, em qeyûm nas nakin. Heta hevşaredarên me vegerin ser karên xwe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Piştî axaftinê, gel xwest bimeşe, lê polîsên dewleta AKPê gel asteng kir.

Lê gel pêça xwe neda polîsan û heta bi avaniya HDPê meşiyan.

Li Mêrdînê jî,
Gel, ligel rêveber û parlamenterên HDPê, nunerên saziyên sifîl, li Parka Karayolu, di roja 22mîn de, doh, bi slogana ” dest nede îradeya min” çalekiya li dijî desteserkirina şaredarî û erkdarkirina qeyuman pêkanîn.

Doh jî, gel, rêveber û parlamenterên HDPê, ligel nunerên saziyên civakî, li Parka Karayolu çalekî pêkanîn.