Dozgeriya federal a li Karlsruhe roja Çarşemê diyar kir ku, hevserên Iraqî bi gumana destdirêjiya zayendî ya li dijî du keçên Êzidî û kolekirina wan li başûrê Elmanya girtine.

Dozgeriyê ev agahî dan çapameniyê.

Twana H.S û hevsera wî Asîa R.A di navbera Cotmeha 2015 û Kanûna 2017’an de li Iraq û Sûriye endamên DAIŞ’ê bûn. Her du hevser “herî dereng sala 2015’an ” keçikeka 5 salî û paşê jî “ji Cotmeha 2017’an pê ve” keçeka din a 12 salî kirine kole.

Twana H.S. gelek caran destdirêjiya zayendî li her du zarokan kiriye. Asîa R.A. jî ode amade dikir û zarokek ji wan makyaj dikir.

Herdu hevser timî, karê malê û mêzekirina pitikan bi zorê bi zarokan dane kirin.

Li herdu zarokan baweriya wan hatibûn qedexekirin û li ser fermana hevserên Iraqî, mecbûr kiribûn ku dua û qaîdeyên îslamî pêk bînin.

Dozgeriyê got, bi idiaya zarok şaşitî kirine, êşkenceyên giran li wan hatiye kirin. Her du zarok gelek caran li ser wan hatiye ferzkirin ku, nîv saetê li ser lingekî rawestin. Ev pêkanîn bi armanca tinekirina baweriya Êzidiyan li gorî daxwazên DAÎŞ’ê hatine kirin.

Dozgeriyê, diyar kir ku herdu hevser di Mijdara 2017’an de beriya ku ji Sûrî derkevin herdu zarokên keç radestî endamên DAÎŞ’ê yên din kirine.

Herdu kesên ku roja Sêşemê li başûrê Elmanyayê hatin binçavkirin, di 9 û 10’ê Nîsanê de bi biryara dadgehê hatin girtin.

Di dawiya Tebaxa 2023’an de jineke Elman DAÎŞ’î bû, ji ber kuştina keçeke Êzidî ya li Iraqê, bi 14 salan hate cezakirin.

Meclîsa Federal a Elmanya jî di Çileya 2023’an de sûcên li hemberî Êzidiyan, weke jenosîd qebûl kiribû.