PKK: Di sala nû ya têkoşînê de berxwedana me ya azadiyê wê tecrîdê têk bibe, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

Komîteya Navendî ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Dadgeriya Belçîkayê biryareke gelekî girîng li ser PKK’ê û Kurdan da. Eşkere ye ku biryara li ser PKK’ê ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Belçîkayê ve hate pejirandin, bi esasî mehkûmiyeta hiqûqî ya komployên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an e. Bêguman ev biryar ji bo Kurdan û mirovahiya demokratîk di asta dîrokî de girîng e û xwedî wê hêzê ye ku dikare bandorê li siyaseta Ewropayê bike.”

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê wiha ye: “Em di salvegera 21’ê ya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne ku ji bo Kurdan ‘roja qirkirinê’ ye. Ev komploya ku beriya 21 salan pêk hat, ji bo temamkirina qirkirina Kurdan bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Gelê Kurd 21 sal in li dijî vê komployê, tecrîda Îmraliyê ku sembola wê ye û sîstema tecrîdê bi hêza xwe hemûyî, bi rengekî topyekûn şerê azadiyê dikin. Em daxwaz û biryardariya xwe careke din nîşan didin kku em ê vê têkoşîna mirovahiyê ya pîroz di sala bîst û duyemîn de jî li ser xeta serketinê bimeşînin.

Li ser vê bingehê, beriya her tiştî em afirînerê vê berxwedana dîrokî ya azadiyê Rêber Apo, berxwedana lehengî ya bi pêşengiya Berxwedan Îmraliyê li her qadê tê meşandin silav dikin û di sala bîst û duyemîn de hêviya serketinên mezin dikin. Şehîdên xwe yên leheng ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xelek û li dijî komployê xwedî li Rêber Apo derketin, ew parastin, bi rêz, hezkirin û minet silav dikin. Di sala bîst û duyemîn de jî em ê li dijî komplo û tecrîdê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşînê teqez bi ser bixînin.

BANGA VIYAN SORAN DIVÊ ESAS BÊ DÎTIN

Em di heman demê de di salvegera 14’an a şehadeta endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê hevrê Viyan Soran de ne, ku di şeva 1-2’ê Sibata 2006’an de xwe kir gogek ji agir û ji bo hilweşandina sîstema tecrîdê û tecrîda li Îmraliyê bang kir. Em baş zanin ku ‘Banga Viyan’ ji aliyê gelê me ve çawa hate pejirandin û li ser vê bingehê di tevahiya Sibata 2006’an de li dijî êşkenceya Îmraliyê û sîstema êşkenceyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên gel ên dîrokî di kîjan astê de pêk hatin. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de jin û ciwan, wê gel û dostên me heman bangê di vê meha Sibatê de jî ji xwe re bikin esas û têkoşîna şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkbirina komploya navneteweyî li her qadê bilind bikin.

Li ser vê bingehê, di salvegera 14’an a şehadeta wê de em endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê hevrê Viyan Soran û di şexsê wê de jî şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Hevrê Viyan bû pêşenga jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê, hişmendî û afirîneriya berpirsyariya Apoyî di kesayetiya xwe de berbiçav kir û her tim di xeta serketinê de meşiya. Lewma em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wê derkevin û armanca wê bi ser bixînin. Em pê bawer in ku di serî de jin û ciwan wê gelê me li ser şopa hevrê Viyan bimeşe û êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê hilweşîne.

BI KOMPLOYÊ XWESTIN DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN ASTENG BIKIN

Weke ku tê zanîn, bi komploya navneteweyî re ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi tecrîda li Îmraliyê û sîstema tecrîdê hate dewamkirin, xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmha bikin, tevgera azadiyê ya Kurd PKK’ê tasfiye bikin û li ser vê bingehê qirkirina Kurdan temam bikin. Ji aliyê tifaqa DYE, Îngilistan û Îsraîlê ve hate plankirin û bi rê ve birin û hêzên desthilatdarîparêz û dewletperest hemû ji bo vê armancê hatin bikaranîn. Di demeke welê de hate kirin ku sîstema modernîteya kapîtalîst veguherî hêza hegemonîk a navneteweyî û ji bo astengkirina çareseriya ‘Pirsgirêka Kurd’ bû êrişa tinekirina gelê Kurd. Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê dixwestin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li ser bingeha azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêk bînin. Bi vê komployê re xwestin, Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê tasfiye bikin, îmha bikin û bi vî rengî çareseriya pirsgirêkê, azadiya Kurdan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng bikin.

Hêzên komploger ji bo vê armanca xwe 21 sal in hêza xwe bi temamî seferber dikin, bi her rê û rêbazê li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd êrişa qirkirinê dikin. Di dema bihurî de tevî ku planên navborî yên êrişê gelek caran hatin têkbirin jî her carê planên nû amade kirin û êrişên qirkirinê yên komploger pêk anîn. Qirkirina Kurdan, êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê niha jî dewam dikin, çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dikin, êrişên ji bo tasfiyekirin û tinekirina PKK’ê li her cihî dixin meriyetê, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat zext, zilmeke nehiqûqî û bêexlaq li dijî Kurdan dikin û bi komkujiyê hewl didin êrişa xwe ya qirkirinê dewam bikin.

ÊRIŞÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI DEHAN CARAN HATIN TÊKBIRIN

Lê belê ev hewldanên wan ên ji bo meşandina êrişên hovane ku sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê ye, pûç in. Ji ber ku bi pêşengiya partiya me, bi berxwedana lehengî ya gelê me 21 sal in êrişên komployê ya navneteweyî bi dehan caran hatin şikandin, planên komployê hatin têkbirin û zîhniyet û siyaseta komploger hatin têkbirin. Bîst û yek salan bi pêşengiya partiya me, hêzên me yên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gel û dostên me di xeta fedayî ya Apoyî de li ber xwe dan û komplo pûç kirin. Li ser bingeha serketineke bi vî rengî dest bi sala bîst û duyemîn dikin û dixwazin di vê salê de komployê û êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê ku sembola komployê ye têk bibin. Di sala nû ya têkoşînê de berxwedana me ya azadiyê wê tecrîdê têk bibe, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

BIRYARA DADGERIYA BELÇÎKAYÊ MEHKÛMIYETA HIQÛQÎ YA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE

Bi destpêkirina meha Sibatê de ku meheke komplo û berxwedanê ye, dadgeriya Belçîkayê li ser PKK’ê û Kurdan biryareke gelekî girîng da. Dadgeriya Belçîkayê biryareke gelekî girîng li ser PKK’ê û Kurdan da. Eşkere ye ku biryara li ser PKK’ê ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Belçîkayê ve hate pejirandin, bi esasî mehkûmiyeta hiqûqî ya komployên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an e. Bêguman ev biryar ji bo Kurdan û mirovahiya demokratîk di asta dîrokî de girîng e û xwedî wê hêzê ye ku dikare bandorê li siyaseta Ewropayê bike. Em hêvîdar in kku ev rastî wê bê dîtin û biryara navborî wê ji aliyê mûxataban ve ji bo demokrasî û azadiyê, yanî ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Bi vî rengî wê siyaseta Ewropayê karibe tişta beriya 21 salan nekarî bike niha bike. Beriya 21 salan Rêber Abdullah Ocalan şensê çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşkêş kir, lê belê wan ev yek nenirxandin. Em hêvîdar in ku wê niha karibin vê şensê binirxînin. Ji xwe Rêber Abdullah Ocalan çawa ku beriya 21 salan amade nû, niha jî ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û danûstandinên demokratîk ên li ser vê bingehê re amade ye. Vê rewşa xwe di her firsendê de tîne ziman û herî dawî di Gulana 2019’an de di deklarasyona xwe de careke din diyar kir û bang li hêzên pêwendîdar kir. Êdî ya mayî bi siyaseta Ewropayê û nêzîkatiya hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandin û bêçareserî dihêlin eleqedar e. Ji ber biryara heyî û berxwedana azadiyê ya li Kurdistanê, hêzên navborî zehmet e ku mîna berê tevbigerin û nêzîk bibin.

TÊKOŞÎNA SALA 22’AN A LI DIJÎ KOMPLOYÊ DIVÊ HÎN BERFIREH Û BI BANDOR BE

Eşkere ye ku di sala 22’an a komployê de sîstema êrişê ya komplogeran hîn belawela ye û têkçûyî ye. Li hemberî vê yekê, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nava sînorên welêt jî derket û veguherî tevgereke demokrasîyê ya herêmî û global. Bidest hemû û raya giştî ya demokratîk bi taybetî jî jin bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd re ne.  Li dijî zextên faşîst, komkujî, destavêtin û dagirkeriyê, hêrsa gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di asta herî bilind de ye. Sîstema Îmraliyê êdî ji bo her kesî bûye tecrîd û êşkenceyê, lewma kes naxwaze bi vê sîstemê bijî. Ji ber vê yekê sala 22’an a li dijî tecrîd û komployê wê bi rê û rêbazên dewlemend û bi bandor û berfireh ên têkoşînê derbas bibe, êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê teqez parçe bike û bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê di serî de kadroyên me yên partiyê, hêzên me yên gerîla, jin û ciwanan em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku li dijî komployê hişmendiya têkoşînê bêhtir xurt bikin, îradeya me ya ji bo têkbirina tecrîd û komployê bi hêz bikin, di meha Sibatê de li dijî komplo û tecrîdê têkoşînê bi şev û roj li her qadê bi her rê û rêbazê bilind bikin û sala 22’an bikin sala serketinê.”