Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di roja 10’an de çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê têkildarî çalakiya xwe peyamek şandin.

Diyar kirin ku gelê kurd salên dûvdirêj e daxwaza statûyê dike û pêşengê vê daxwaziyê Rêber Abdullah Ocalan jî her roj bi sepanên “Ji îdamê xerabtir” rû bi rû dimîne.

Girtiyan got:

“Ev bû 3 sal tu agahî rêber Abdullah Ocalan jê nayên girtin. Ji îro ve divê hemû kesayetên dûrist, welatparêz, demokrat û gelên kurd, tirk, asur, faris, ermen, laz û hwd. bizanin ku tecrîda girankirî û îzolasyona mutleq êdî sînorê tehemûlê derbas kiriye. Weke kesên dema ji bo mafê statûyê ya gelê kurd, jiyana wekhev, azad û demokratîk a bi gelên din re têdikoşiyan hatine girtin, em radigihînin ku em ê ji bo daxwaza ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ xwe ji fedekariyan paşve nehêlin.

Ji ber derfetên bisînor, çalakiya me dorveger e û her 10 rojan carekê komek dewr digire. Banga me ji bo her kesên li gel aştî, wekhevî, demokrasî û azadiyê ew e ku bi awayeke çalak tev li vê pêvajoyê bibin û xwedî lê derkevin.”