Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Edalet’ ji Parîsê heta Strasboûrgê wê meşeke ji bo 25 rojan bê lidarxistin.” û xwesr her kes ji bo vê meşê sefer ber bibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û wiha hate gotin:

“Li aliyekî bi êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, li aliyê din jî bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şerê qirkirinê li dijî gelê Kurdistanê tê meşandin, her ku diçe kûrtir dibe.”

Hat destnîşankirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi polîkayên tecrîd û dagirkeriyê hewl dide temenê xwe dirêj bike û hate gotin: “Yek ji berpisyarên tecrîda li ser Rêber Apo Konseya Ewropa û CPT ne. CPT bi ti rengî bi rola xwe narabe.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, divê Rêber Abdullah Ocalan bê berdan.

Meşa 25 rojî, bi diruşma ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Edalet’ wê 22’ê Çileyê ji Parîsê, navnîşana Rûe La Fayatte – Natîon dest pê bike û 15’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dawî bibe.”

KCDK-E’ê, di serî de gelê Kurd bang li rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan û her kesê alîgirê azadî û wekheviyê kir ku beşdarî vê meşê bibin û li hemû guzergahên ku wê meş lê derbas bibe, çalakvanan bi coş pêşwazî bikin.”