Hezar û 330 parêzerên ji saziyên maf û hiqûqê, li dijî pergala tecrîda Îmraliyê û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan û serî li Wezareta Dadê dan.

Parêzerên mijara gotinê, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), komeleyên heq û hiqûqê û gelek baroyên Kurdistan û Tirkiyeyê ne.

Di bi daxwaza azadiya Ocalan serlêdan kirin, beriya serî li Wezareta Dadê bidin, li pêş Edliyeya amedê daxuyani dan çapemeniyê.

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekin Yeter daxuyanî di bin dorpêça polîsan de da.

Parêzeran piştî axuyaniyê li avahiya Edliyeyê serî li Wezareta Dadê dan.