Mehmet Yonay ku beriya bi 8 salan li Komeleya Çand û Hunerê ya Medê rêveberî kirî ji ber parvekirinên medyaya civakî li Fermandariya Jandarma a Bajêr a Stenbolê îfadeya wî hate standin û bi hevjîna wî ya girtî gef lê xwarin.

Operasyona çavtirsandinê ya desthilatdarê ya li ser siyasetmedarên Kurd xwe gihande hunermendan jî. Mehmet Yonay ku demeke dirêj li Navenda Çand û Hunerê xebitî û li Komeleya Çand û Hunerê ya Medê (Med-Der) beriya 8 salan rêveberî kirî, li Fermandariya Jandarma a Bajêr a Stenbolê îfadeya wî hate standin. Yonay got dema îfadeyê ji bo ku wî çavtirsandî bikin gef lê hatiye xwarin.

Yonay got dema ku çûye îfadeyê parvekirinên wî yên medyaya sosyal di nav 8 rûpelan de li ber wî danîne û got, hemû parvekirinên wî yên ku li ber wî hatine danîn nûçeyên derbarê Rojava bûne û hin ji van mîna ku sûc bin kiribûne nav dosyayê.

Yonay diyar kir, dema ku wî pirs kiriye bê ka çima ne li Emniyetê lê li Jandarma îfade dide jê re gotine ew li gel Emniyetê dixebitin, li Amedê derbarê wî lêpirsînek li ser wî hatiye vekirin û got, ”Yekî ji wan amaje bi hevjîna min ku ev salek û nîv e li Girtîgeha Nimro 2 a Kandirayê kir û got, ”Hevjîna te jî girtiye?’ û dema ku wî jî gotiye, ”erê”, jê re gotine,”Hevjîna te girtiye, çima tiştên wiha par ve dikî? Van tiştan par ve neke naxwe wê ji bo te ne baş be.”

Yonay her wiha got wî belgeyên îfadeyê xwestine lê hê jî neadnê, bi wesayiteke Kartal a modêla kevn ew birine nexweşxanê û berdane.

Yonay got bi navê îfadeyê rasterast ew çavtirsandî kirine, ne ji ber ber lê ji ber hevjîna xwe ya girtî fikaran dike. Yonay got,”Lê bifikirin, wêneyê dayikeke li Rojava ku digirî li ber min weke ku sûc be danîn. Em bibêjin tu bang li min dikî çima hevjîna min tevlê dikî? Hevjîna min girtin ne bes bû niha dixwazin min jî bigirin. Di rewşa berdest de ewlehiya kesî nemaye.”