Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ranya bi meşekê şermezar kirin.

Li bazara navçeya Ranya ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî tecrîsa giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara ‘Serî hilde, dagirkeriyê ji holê rabike’ meşek lidarxistin. Di meşê de ciwanan diyar kir ku heta tecrîd bidome, wê çalakiyê wan jî berdewam bikin.

Li ser navê ciwanan, endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Jîna Egîd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Em tecrîda li ser Rêber Apo û hemû êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo bi fikir, bîr û baweriyekî demokratîk bi kedekî mezin a 20 salan, heta roja me ya îro gav êvêtiye. Weke ciwan em timî sûd ji berxwedana Rêber Apo digirin. Em ji bo azadiya wî bi îsrarîn. Heta ku em ji rewşa Ocalan agadar nebîn, wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku di pêngava ‘Serî silde, dijî dagirkeriyê raweste’ bibin.

Herwiha di çalakiyê de ciwanan rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî yê li Dihokê ji berî du salan hatî qetilkirin, bîranîn û qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin.