Parlamenterê DEM Partî Kamûran Tanhan derbarê tecrîdê de ji ANF’ê re axivî.

Kamûran Tanhan da zanîn li Îmraliyê 25 sal in hiqûq hatiye tunekirin û wiha got.

Tecrîd bûye bingeha hemû pirsgirêkan. Sîstema li dijî muzakerevanê sereke yê doza Kurd û aktorê siyasî yê bingehîn Abdulah Ocalan, di aliyê aborî, siyasî, civakî û hiqûqî de bandoreke neyînî li civakan teva dike.

Kamûran Tanhan diyar kir ku sistema li Imraliyê tolhildanek siyasî ye û wiha dewan kir.

Di dema pêvajoya çareseriyê de, aramî hatibû Tirkiyê. Dema tecrîd hate giran kirin, rewş veguherî û rewşeke xitimî ya aboriyê derkete holê.

Tê xwestin ku tecrîda li Îmraliyê veguherînin rêveberiyeke siyasî. Ji bo vê jî, li gel krîza aborî, krîza hiqûqî, dadgerî, civakî bû sedem binpêkirina mafên mirovan derkeve asta herî jor.

Parlamenter Kamuran Tanhan herî dawî got; Tecrîd pirsgirêkek ciddî ya civakên Tirkiyê ye. Girtiyên siyasî bi çalekiya xwe dijberiya nîşan didin, dayik û malbatên girtiyan bi Nobeta Edaletê destekê didine girtiyan. Divê li her qadê têkoşîna li dijî tecrîdê were xurt kirin.

Weke DEM Partî, em ê hem li paramentoyê, hem li gel partiyên din têkoşînê bikin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd, ji bo bicihanîna hiqûq, divê em hemû li dijî tecrîda Imraliyê têkoşînê bikin.