Berdevkê Komîsyoan Girtîgehan a Navendî ya ÎHDê, Parêzer Yûsûf Erdogan têkildarî berxwedana girtiyên siyasî ji ANF’ê re axivî û got; Daxwaza girtiyên ya rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk rewa ye.

Me wek IHDê, ji bo rakirina tecrîda li Imralî û hemû girtîgehan, gelek hewldan kirin. Me piştî serdana li girtîgehan, rapor amade kirin û ji saziyên pêwendîdar re, bi taybetî ji Wezareta Edaletê re şiyandin. Mixabin, binpêkirina mafan û tecrîd hê bêhtir giran kirin.

Prz. Yûsûf Erdogan dazanîn ku girtî di her çalekiyan de, rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Bi taybetî di destpêka çalakiyên greva birçîbûna 27’ê Mijdara 2023’an de, lêpirsînên dîsîplînê û sirgunkirin li girtiyan tê ferz kirin.

Heta 4’ê Nîsana 2024’an jî gefa lêpirsînên dîsîplînê li girtiyan dihate xwarin.

Me weke ÎHDê her dem zerara ku rayedar û berpirisyar didine çalekvanên girtî aniye ziman. Îro jî em heman mijarê bi awayekî berdewamî tînine ziman, Divê demildest daxwazên girtiyan werin qebûl kirin. Girtî li gorî destûra bingehîn û qanûnên dewletê, li gorî peymanên navneteweyî dixwazin tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li hemû girtîgehan ji holê bê rakirin. Ev daxwaz rewa û mafdar e.

Tecrîd rêbazeke êşkencê ye. Ji bo avakirina aştiya civakî, divê tecrîda li girtîgehên Tirkiyê, bi taybetî tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin.