Qedexeya 31 salî bû sedem Kurdên li Almanyayê bên krîmînalîzekirin, ji gelek mafên siyasî û civakî bêpar bên hiştin.

Qedexeya li Almanyayê li welatên din ên Ewrûpayê jî dibe sedem Kurd bên sûcdarkirin û xebatên wan bên krîmînalîzekirin.

Panela li Bernê li Polît Bîblîothekê hat lidarxisitn.

Çalakvanên “Kampanya bila qedexeya li ser PKK’ê rabe” Frieda Gertar û Luis Zilton di panelê de behsa bandora qedexeyê kirin û bal kişandin ser neheqiya li tevgera Kurd hatiye kirin.

Di panelê de hat bibîrxistin ku wê 18’ê mijdarê li paytexta Almanyayê Berlînê ji bo qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin wê meşek bê lidarxistin.

Panelîstan ji bo tevlibûneke xurt bang kirin û gotin;

Werin em bi hev re zextê li hikûmeta Alman bikin ku bila qedexeyê bi dawî bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye qedexeya li Almanyayê ya li ser PKK’ê ku 26’ê Mijdara 1993’an hate ragihandin dikeve sala 31’emîn.

Ev qedexe bû sedem ku Kurdên li Almanyayê bêne krîmînalîzekirin, ji gelek mafên siyasî û civakî bêpar bêne hiştin.