“Em ê bajar bi bajar, kolan bi kolan pergala xwe ya parastinê ava bikin, berxwedana xwe  bidomînin. Serketin a me ye.

“Ti cara berdêlên bê dayîn li pêşiya serketinê nabin asteng, berdêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Bi qasî têkoşîna xwe, em ê bibin xwedî jiyaneke azad.” Berxwedêrên YPS-JIN ên xwerêveberiyê, di hevpeyvînên xwe yên berî şehadetê de wiha gotibûn.

Şehîd Rojevîn Garzan: Ger îro rastî jî demokrasî hebûya an jî wekhevî hebûya wê demê em ê bi hev re bi rengekî azad bijiyan. Lê belê hêzên dewletê ti carî parastina gelê Kurd nake, berovajî tevkujiyê dike. Di roja îro de hêzên me yên ku şerê azadiyê dimeşînin hewl didin ku mirovên; azad, bi çand û zimanên xwe ve dijîn ava bikin. Di mektebên Tirkan de li ser esasê dîroka Kurd û Kurdistan tiştek nayê dayîn. Wê demê em ê çawa rastî û kokên xwe binasin, bi zimanên xwe re biaxivin? Divê em parastina xwe niha bi rêya çekan bikin, ji ber ku dijminê me ji zimanê aştiyê fêhm nake û xwîna gelê me dirijîne. Ziman, çand nehiştin, her tiştên gelê Kurd bi bişavtinê re rû bi rû ma. Dema ku parastina gelekî ji dest bê girtin wê demê gel bi ti awayî nikare xwe bi rêxistin bike û hêdî hêdî belav dibe. Di roja îro de em li gelê xwe binêrin, ewqasî belav bûye ku nikare xwedî li zarokekî jî derbikevin. Em ê kolan bi kolan xwe biparêzin, serketin ya me ye. Şerê me şerê xwebûnê ye. Divê jin pêşengtiya vî şerê bikin. Çawa ku gelê Cizîrê li hember hovîtiyê li ber xwe da divê em xwedî li wan derbikevin. 

Şehîd Berçem: Dewleta Tirk heta roja îro li Kurdistanê ti carî îradeya gelê Kurd nas nekiriye û her deverê dagir dike. Mêjî, ruh, dil, çand, ziman, xakên dewlemend û bi her awayî her tişt ji qirkirinê tê derbaskirin. A niha jî weke ku di gelek demên dîrokî de jî em rû bi rû mabûn dîsa bi awayî fizîkî dixwazin tevkujiyê bikin. Serokatî pir hewl da ku bi dewletê re diyalog bike, ango aştiyeke mayînde pêk bîne, lê belê dewlet berovajiya vê yekê nêz bû û xwîn rijand. Dibe ku bê gotin divê hêzên çekdarî li çiya bin, di nava gel de nabe, lê belê welatê me hatiye dagir kirin, îrade hatiye tine kirin û ger ku di nava bajaran de ev dagirkerî neyê bidawîkirin em nikarin bigihîjin jiyaneke azad. Heta ku azadî bê bi dest xistin, pergala konfederal bê ava kirin em ê dewam bikin. Heta ku hêza gelê Kurd hebe em ti carî li bin nakevin. 

Şehîd Sarya Denîz: Min bi qasî du salan li metrepolan xebat dimeşand. Me al radikir, dirûşmên azadiyê diavêtin, lê belê me dît ku em nikarin bi vî rengî li pêşiya komkujiyan bigrin. Li Pirsûsê, Enqere û Amedê tevkujî çêbûn û di hemûyan de jî em daketin qadan. Niha şerê me vir li hember pergala kapîtalîzmê ye. Em li hember cîhanê şer dikin. Di nava YPS’ê de wek xweser rêxistinbûna YPS-JIN hat ava kirin ji bo ku jin hêza xwe nas bike, ev jî wek pêwîstiyeke girîng li pêş me bû û me pêk anî. Jin bi reng, hêz û îradeya xwe di nava vê berxwedanê de cih digirin, ji ber vê bi parastina bajarên xwe re em xwe azad hîs dikin. Em li vê derê dibin qîrîna azadiya jinan jî. Li beramberî netewe dewlet divê parastina herî xurt jin bike. Gelê Kurd her tim bi qirkirinê re rû bi rû hatine, lê her tim jî li ber xwe dane. Ji vir û pê ve jî wê bigihêje azadiyê.

Şehîd Viyan Arjîn: Şer û şoreşa Kurdistanê ji bo me bû hêviyeke nû û em ê heta dawî li pey wê biçin. Em êdî bi îradeya xwe dikarin li hember neheqiyan bêjin; ‘Na’. Wek ciwanên Kurd divê em xwedî li dîrok, roj û paşeroja xwe derbikevin, ji ber wê em jî tevlî vê berxwedanê bûn. Zindiyên gerdûnê ji bo ku hebûna xwe bidomînin divê xwe biparêzin. Di vê bingehê de jiyana mirovan bi pêş dikeve. Dema ku em li dîrokê jî binêrin dibînin ku jiyan bi vî awayî di nava wekheviyê de, hevpar û azad meşiya ye, lê bi derketina dagirkeriyê re civak û mirov hatine kole kirin, dagir kirin. Wekî Serokatî dibêje; ‘Kurd li Mezopotamyayê karkerî kiriye, şaristanî ava kiriye, li Mezopotamyayê jiyan afirandiye’. lê belê di roja îro de Kurd; tên qetilkirin, kuştin û nahêlin bi zimanên xwe jî biaxivin. Em ê parastina rewa pêk bînin, hêza xwe derxînin holê û kolan bi kolan rêveberiyên xweser ava bikin. Em nahêlin ji vir û şûnve dewlet serweriya xwe li ser gelê me bimeşîne. Em wek ciwanên Kurd divê parastina xwe pêk bînin ku hebûna xwe biparêzin. Divê em nehêlin dewletên dagirker hebûna gelê Kurd înkar bikin, bi her şêwazê berxwedanê bidomînin. Pêşengtiya vî şerî jin dike, em ê hesabên dîrokî ji dewleta Tirk bixwazin. Em ê bajar bi bajar, kolan bi kolan pergala xwe ya parastinê ava bikin, berxwedana xwe  bidomînin û serketin ya me ye. Ti cara berdêlên bê dayîn ji bo me ne girîng e, berdêl çi dibe bila bibe em ê bidin. Ti carî em bi çavê namûsê li xwe nanêrin, ya girîng wek jin têkoşîna ku tê meşandin e. Bi qasî têkoşîna me em ê bibin xwedan jiyaneke azad. Dewlet ditirse, tevahiya hêza xwe bikar tîne ji ber wê em demên herî bi hêz de ne ji bo serketinê divê em berdêl û êş jî bidin berçav ji ber ku azadî bê berdêl nabe.  

Adar Çemed: Armanca me ew e ku em li hember tevahiya êrîşên dijminahî, gel û xakên xwe biparêzin. Dijmin li her deverê êrîşê gelê Kurd dike beyî ku jin, zarok, pîr nas bike komkujiya pêk tîne û armanca wan jî kujeriya gelên azadixwaz e. Em wek ciwanên Kurd bi taybetî wek jinên ciwan vê zilmê qabûl nakin. Em tenê dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn, bi ziman, çand û bi exleqa civakî re li derveyî pergala kapîtalîst bijîn lê belê, dewlet vê yekê qebûl nake. Bi gel û hêza parastinê re em rojên dîrokî bijîn.

Nûda Botan: Niha li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê têkoşîn dimeşînin, li bajarên Kurdistanê jî gerîlatî dest pê kir. Di her du milan de jî; ked, hewldan, zehmetî hene û ji bo gihandina hedefa azadiyê xwîn jî dirêje. Li hember vê pêvajoyê bêdeng mayîn bêguman bê wijdanî ye. Mirov di vê agirê de tên şewitandin, zarok hîn di pêçekan de tên qetil kirin, ev yek hişt ku ez jî di nava berxwedana dîrokî de cih bigirim. Niha dayikên Kurd bi me re alîkar dibin û em ji vê hêz digrin. Pêşengên şoreşê jin in. Ger di roja îro de ranebin ser piyan, qîr nekin em ê kengî bertekê nîşan bidin. Dixwazin gelê Kurd tine bikin ji bo ku em hebûna xwe biparêzin divê ji danehevên dîrokê dersê derbixin û şêwazên qirêj ên dagirkeriyê tine bikin. Şoreş ti carî xilas nabe, dema ku em bi têkoşîna xwe ya bi rûmet re bigihîjin serketinê wê demê em ê bigihîjin xeyalên xwe jî. Hebûna me bi Serokatiya me ve girêdayî ye, Rêber Apo ji bo me îrade ye. Em wek gelê Kurd Serokatiya xwe azad bikin û li ser Sûrên Amadê qîrîna azadiyê bidin.”