Li ser îtiraza MHP’ê ku şirîkê AKP’ê ye, li Qersê dengên li 167 sindoqan ji nû ve hatin jimartin. Namzetê HDP’ê Ayhan Bîlgen got, “Jimartina dengan bi dawî bû, 17 dengên din li dengên me zêde bû.”

Li Qersê ku HDP lê bi ser ket, li ser îtiraza MHP’ê dengên li bajêr jinûve hatin jimartin. Jimartina dengan a li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr danê sibehê qediya.

Dengên li 167 sindoqan hatin jimartin û di encamê de 17 dengên HDP’ê zêde bûn. Hevşaredarê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen li ser hesabê Twitterê peyamek weşand û got, “Jinûve jimartina dengên li Qersê bi dawî bû. Dengên me bi 17 dengên din zêde bû. Em spasiyê ji her kesî re dikin ku heta serê sibehê li nava edliyeyê xebitîn û li ber edliyeyê sekinîn.”

Ayhan Bilgen@ayhanbilgen

Kars’ta yeniden sayım da bitti. Oyumuz 17 arttı. Sabaha kadar adliye içinde çalışan ve önünde bekleyen herkese teşekkürler.5,8278:35 AM – Apr 3, 2019Twitter Ads info and privacy1,123 people are talking about this