HDP xwe amade dike ku li Îdirê careke din koalîsyona AKP-MHP’ê têk bibe. Namzetên HDP’ê yên Îdirê Eylem Çelîk a Terekeme û Yaşar Akkûş ê Kurd e.

Îdir yek ji bajarên herêma Serhedê ye ku bi hewaya xwe ya nerm û pêkhateyên xwe yên cuda tê naskirin. Ji bo Îdirê wextekê digotin ‘Keleha MHP’ê ye’. Li vî bajarê ku Kurd û Azerî bi hev re lê ne, salên 90’î dema ku MHP di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket, taxên Kurdan ji xizmetê bêpar hatin hiştin. Li gel vê zext û nêzîkatiyên cihêkar jî di navbera Kurdan û Azerî, Terekeme û gelên din ên xwecihî de ti pirsgirêk derneket. Kurd sala 2009’an di hilbijartinên xwecihî de li dijî her şêwe provokasyonên MHP’iyan bi ser ketin. Piştî ku şaredariya Îdirê bi dest xistin, wezîrê AKP’yî yê wê demê Cemîl Çîçek got, ‘Gihaştin sînorê Ermenîstanê’ û gefa ‘Em ê heman tiştî li we jî bikin’ xwar. 6 meh piştî hilbijartinê polîsan avêtin ser şaredariyê û Şaredar Mehmet Nûrî Guneş girtin ku 7 salan girtî ma.

Mûrat Yîkît ê BDP’yî di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014’an de careke din AKP û MHP têk bir. Îdir di nava bajarên Kurdan de yekane bajar e ku şaredariya wê bi destê qeyûm nehatiye desteserkirin. AKP’ê ku Meclîsa Şaredariyê bi dest xist, qeyûm li Serokatiya Şaredariyê tayîn nekir.

Gelê Îdirê dixwaze di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an de cara sêyemîn bi ser bikeve. Eylem Çelîk ku Tirkeke Terekeme ye û Yaşar Akkûş ku Kurd e, ji bo koalîsyona AKP-MHP’ê li Îdirê têk bibin, dest bi kar kirin.

Em namzetên HDP’ê yên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş nas bikin…

EYLEM ÇELÎK

Çelîk sala 1979’an li navçeya Ahlatê ya Bedlîsê ji dayik bû, li Zanîngeh Trakyayê ji beşa Têkiliyên bi Gel re, li Zanîngeha Anatoliyê ji beşa Rêveberiya Cemaweriyê mezûn bû. Çelîk bi bandora bavê xwe Tevgera Azadiyê nas kir û di dema xwendina xwe ya lîse û zanîngehê de tevlî karê ciwanên xwendekar bû. Çelîk ku li gelek şîrketan pisporiya fînansmanê kiriye, dayika keçekê ye.

YAŞAR AKKÛŞ

Akkûş li nava malbateke çepgir ji dayik bû. Bi bandora bavê xwe ku salên 1990’î reveberê HEP’ê yê bajêr bû, di emrê ciwantî de li HEP’ê dest bi kar kir. Sala 1999’an li Zanîngeha Nîgdeyê beşa Rêveberiyên Xwecihî xwend û li vir karên xwe yên siyasî dewam kir. Akkûş di nava HADEP û DEHAP’ê de bi wezîfeya Sekreterî û Serokatiya Baskê Ciwanan rabû. Di navbera salên 2011-2013’an de berpirsyariya bajêr a TZK-Kurdî kir.