Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk qala aliyên dîrokî û rojane yên komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê kir û girîngiya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk bi wesîleya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re axivî.

Zilar Stêrk di destpêkê de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê di salvegera 22’an de bi tundî şermezar kir û şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xeleka ji agir, bi bîr anî.

Zilar Stêrk berxwedana 22 salan a Rêberê Gelê Kurd li zindana Îmraliyê silav kir û got, “Li nava şert û mercên êşkenceyê yên Îmraliyê, berxwedana 22 salan gelekî zehmet e. Nepêkane ku mirovekî ji rêzê di nava sîstemeke êşkenceyê ya ji cîhanê îzole bûye û tecrîdkirî ye, ewqasî îdare bike. Lewma divê Rêber Apo ne tenê weke ‘şexsekî’ bê nirxandin.”

Zilar Stêrk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd berpirsyariyeke giran a dîrokî hildaye ser milê xwe û got, “Rêberê Gelê Kurd bi vê berpirsyariyê ji sînorê dem û cih wêdetir li ber xwe dide. Xwe di nava darbesta Îmraliyê de mehkûm nahêle. Hêzên navneteweyî yên komplo kirin, xwestin heta nefesa dawî Rêber Apo di nava darbesta hucreyê mehkûm bikin, temenê wî di nava êşkenceyê de derbas bikin. Ji wan hebû ku wê nikaribe xwe li vê yekê rabigire û rojekê teslîm bibe. Lê belê nefesa Rêber Apo jî ji bo çarenûsa gelê Kurd diyarker e. Lewma nefesa Rêber Apo bi xwe jî xwedî wateyeke siyasî ye. Ji her alî ve bandorê li paşeroja gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê dike.”

‘PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ BI TEVLÎBÛNEKE XURT DEWAM DIKE’

Zilar Stêrk bal kişand ser pêngava “Bes e ji tecrîdê, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” ku 12’ê Îlona 2020’î ji aliyê Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd ve hate destpêkirin û destnîşan kir ku tevlîbûna li vê pêngavê roj bi roj zêde dibe.

Têkildarî mijarê Zilar Stêrk wiha axivî: “Ji meha Mijdarê ve li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê girtiyên ji doza PAJK û PKK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Çalakiyeke din a ji bo piştgiriya bi zindaniyan re grevên birçîbûnê yên li kampên Mexmûrê û Lavrîo ne. Mirovên me yên welatparêz ên li van herdu kampan, ku neçar hatine hiştin di nava şert û mercên pernaberiyê de dimînin, di demên herî giran û zehmet ên têkoşînê de li gel Rêber Apo sekinînin, bi tevgera me re meşiyan û bi her awayî berdêl dan. Ji bilî grevên birçîbûnê li parçeyên Kurdistanê hemûyan û li derveyî welat, gelê me yê welatparêz li gel şewba Covîd-19 jî li her cihê ku lê ne, çalakiyên xwe yên demokratîk dewam dikin. Pêngav bi taybetî bi pêşengiya jinan û ciwanan mezin dibe.

Bi pêşengiya jin û ciwanan meşên dirêj, çalakiyên nobedê û kon, çalakiyên pirtûkxaneya gerok, karên semîner û panelên cuda, nivîs û xwepêşandan tên lidarxistin. Her wiha divê tevlîbûna hevrêyên enternasyonal a li pêngavê bi berfirehî bê dîtin û nirxandin.”

KAMPANYAYÊN NAVNETEWEYÎ YÊN JI BO AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD

Li ser kampanyayên ku di asta navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin jî Zilar Stêrk wiha axivî:

“Bi pêşengiya Konfederasyona Karkeran a Îngilistanê bi şîara ‘Dema wê ye; Azadî ji Ocalan re’ kampanyayeke global a gelekî bi wate dest pê kir. Tevlîbûna li vê kampanyayê roj bi roj zêde dibe. Bi tevlîbûna sendîkayên nûnerê bi milyonan karker û kedkaran mezin dibe. Konfederasyona sendîkayên li Efrîkaya Başûr bi navê ‘Dema wê ye, ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re’ dest bi kampanya şandina nameyan ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir. Her wiha hin rêxistinê demokratîk ên Norwêcî ragihandin ku wê tevlî kampanya nameyan a ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bibin. Sendîkayên Karkeran ên Demokratîk li Swêdê jî biryara tevlîbûna li kampanyayê dan. Li Îtalyayê destekeye koordînasyonê ya ji 18 dostên me yên hêja ji bo kampanyayê hate avakirin.

Di nava wan de parêzer, rojnamevan, hevrêyên sendîkayî jî hene. Ya herî girîng jî tevlîbûna kesayetên pêşhatî yên li Rojhilata Navîn e. Herî dawî rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Misrî di asteke cuda de daxuyanî dan û tevlî pêngavê bûn. Her wiha ji Latîn Amerîka, Rojhilata Navîn, Asya, Ewropa û Emerîkayê gelek şoreşger, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û aktîvîstên civakî yên demokratîk bi daxuyaniyan tevlî kampanya ji bo azadiya Rêber Apo bûn. Bi vî rengî kampanya global dibe. Ev yek ji bo me hemûyan cihê kêfxweşiyê ye.”

Zilar Stêrk destnîşan kir ku ev sînerjiya hêzên demokratîk ên global dibe sedema hêviyê û got, “Hewldanên hêja û giranbuha ne ku ji bo azadiya fîzîkî yıa Rêber Apo û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê wê bibe xwedî rol. Têkoşîna wekhevî, azadî, biratî, demokrasî û edaletê ya mirovahiyê bi pêş ve dibe.”

Têkildarî sedema xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di asta navneteweyî de jî Zilar Stêrk wiha axivî:

“Ji ber ku Rêber Apo rojeva xwe tenê bi pirsgirêka Kurd re bi sînor nake. Pirsgirêka global ên mirovahiyê yên li pêşberî modernîteya kapîtalîst dixe rojeva xwe û pêşniyarên çareseriyê yên gelekî aqilane diafirîne. Rêya derketina ji krîz û kaosa sîstema kapîtalîst nîşan dide. Rêber Apo ne tenê kapîtalîzmê bi xwe rexne dike. Tevahiya modernîteya wê analîz dike. Hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst dinirxîne. Hêmanên netewe dewletê û endustriyalîzmê dinirxîne, aboriya sermayeya yekdestî dinirxîne. Li ser modernîteya alternatîf jî tezên girîng pêşkêş dike. Teoriya modernîteya demokratîk li ser vê bingehê afirand.”

Zilar Stêrk destnîşan kir ku ji ber fikrê wî yê modernîtea civakî demokratîk a nû ku pêşkêşî mirovahiyê kiriye û çarçoveya wê ya civakî, têgihiştin û teoriyê, di asta navneteweyî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê derketin.

Zilar Stêrk anî ziman ku ev fikir û teoriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bi têrkerî nayê naskirin û got, “Her ku tê naskirin û fêhmkirin, hîn bêhtir xwedî lê derdikevin. Lewma ji ber gelek sedeman xwedî li Rêber Apo tê derketin. Sedema bingehîn ew e ku fikir û nêrînên wî ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên kûr hêviyekê diafirîne.”