Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, bertek nîşanî redkirina serlêdana mûameleya xerab a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a DMME da û got: “Ev biryar ne tenê li dijî Birêz Ocalane, di heman demê li dijî hemû gelê Kurde.”

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a mûwekîlên wan di sala 2010’an de rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatinê red kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, bertek nîşanî biryara redkirina DMME da.

‘EM VÊ BIRYARA DMME RAST NABÎNIN’

Buldan, diyar kir ku ev nêzîkatî tenê ne li dijî Birêz Ocalane, di heman demê de li dijî hemû gelê Kurde û wiha got: “Birêz Ocalan ji sala 2015’an ve bi tecrîteke giran re rû bir û ye. Ev 20 salin tecrîtek girankirî li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Di serî de Tirkiye, welatên Ewropa û DMME bi helwest û biryarên derbarê vê yekê de didin û nîşan didin, dikevin nava heman nêzîkatiyê. Em dibêjin hevdîtina parêzerên, malbatan û şandeyên serbixwe yên bi Ocalan re mafeke herî xwezayi ye. Em biryara DMME rast nabînin.”

‘DEMILDEST DIVÊ BÊ GUHERTIN’

Buldan, di dewama gotinên xwe de wiha bilêv kir: “Ocalan ne mirovekê ji rêzê ye û girtiyekê ji rêzê ye. Girtîgeha Îmraliyê jî ne girtîgehek ji rêzê ye. Tecrîta bi salan e li vê girtîgehê tê meşandin, nayê qebûl kirin. Biryara îro DMME da ji ya tecrîtkirinê ne cudatire. Di vê biryara DMME de carek din derket holê ku welatên Ewropayê çawan nêzî gelê Kurd dibin. Ev biryar ne raste û divê demildestg ev biryar bê guhertin.”