Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê di çarçoveya ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî 27’ê mijdara 2023’an dest bi greva birçîbûnê kirin.

Armanca çalakiyê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Dihata Payîn çalakî heta 15’ê sibatê dom kiriba, lê çalakî wê heta 31’ê adarê dom bike

Li ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didomînin Denîz Kaya 12’ê sibatê li ser navê girtiyên azadiyê daxuyanî da û got:

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da, piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.