Milîsên Azadiya Kurdistanê -MAK, bi daxuyaniyekê ragihand ku li Amed û Sêrtê li dijî dagirkeran çalakî kirine.

Milîsên Azadiya Kurdistanê diyar kir ku 2’ê Gulanê li qada Şehîd Kendal ya Amedê kemînên wênegiriyê û sansorên deng yên artêşa Tirk a dagirker tespît kirin û îmha kirin.

Milîsan dazanîn ku ew amur, ji bo tesbîtkirina tevgera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêmê hatiye bicihkirin.

Ji bo vê yekê milîsên me, li dijî operasyonên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker yên li Amed, Mêrdîn, Botan û Dersimê çalakî kirin.

Milîsan destnîşan kir ku wan li navçeya Misircê ya Sêrtê jî, di 1’ê Gulanê de li dijî mala polîsê Tirk yê êşkencekar Huseyîn G. E, bi bombeya destan êrîşek pêkanîn.

Di encama teqînê de ziyana madî di mala polîsê Tirk de çêbûne.