Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê 27’ê mijdara 2023’an bi çalakiya greva birçîbûnê tevlî pêngava Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka Kurd re çaraserî bûn.

Di girtigehê bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtiyên siyasî ev 128 rojin di greva birçîbûnê de ne, çav li rêye girtî daxuyaniyek nû bidin.

Li ser navê girtiyan Denîz Kaya 12’ê sibatê daxuyaniyeke dabû û wiha gotibû:

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin.

Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin.

Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.