Çalakiya ‘Mertalên Zindî’ ya ciwanên Başûrî ya li Qendîlê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kir, 19 roj in dewam dike.

Şêniyên herêma Meredo ya Qendîlê îro çûn serdana çalakgerên Mertalên Zindî. Bi navê çalakgerên ‘Mertalên Zindî’ Wîlyen Berzencî di dema serdanê de axivî û got, ji ber ku gef li destketiyên Kurdistanê tê xwarin ew niha li Qendîlê ne. Berzencî destnîşan kir ku êrîşên li dijî Qendîlê li dijî tevahiya destketiyên Kurdistanê ye.

Wîlyen Berzencî li Kurdistaniyan kir ku ji Qendîlê heta Sine, ji Mahabadê heta Silêmanî û Hewlêrê, ji Serhedê heta Qamişloyê li cem gerîlayên azadiyê bin.

ÊRÎŞA LI SER QENDÎLÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ TEMAMIYA KURDISTANÊ YE

Piştî Wîlyen Berzencî bi navê ciwan û şêniyên Meredo Soran Alî peyivî û işaret bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir. Soran Alî got, “Êrîşên li ser Qendîlê ne tenê li dijî Qendîlê ya jî PKK’ê ne. Êrîşên dagirkeriyê li dijî temamiya Kurdistanê ye. Weke gelê Başûr em ji vê derê ji dewleta Tirk re dibêjin; Çawa ku me dagirkeriya we ya aborî qebûl nekir û dest bi boykotê kir, em ê dagirkeriya we yal eşkerî jî ti carî qebûl nekin. Heta ku dagirkeriyê biqedînin, em ê bê navber têbikoşin.”