Rojnamevan Esra Solîn Dal di 3’yê Nîsanê de piştî hat binçavkirin bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatibû girtin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn serdana Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê kir û bi rojnamevan re hevdîtin kir.

Keskîn der barê serdanê de li ser hesabê xwe yê X’yê ev agahî parve kir:

“Li Girtîgeha Bakirkoyê min bi hevrêya xwe ya rojnamevan a hêja Solîn Dal re hevdîtin kir. Ew ji ber nûçeyên tecrîd û kuştina jinan girtî ye û niha jî di tecrîdê de tê ragirtin. Hem li emniyetê û hem jî di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat. Rojnamevaneke li dîstopyayê ye.”