Çalakiya nobedê ya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 53’yan didome.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya nobedê ya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 53’yan de didome.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.