Koordînasyona Hilbijartinê ya DEM Parti ya Colemêrgê tespît kir ku li Şemzînan, Çelê û bajarokê Bajêrge yên ku di hilbijartina dawî de bûbûn yekem, 4 hezar û 799 hilbijêr hatine veguhestin.

Endamê Komîsyona Hilbijartinê yê DEM Partiyê Kadîr Şahîn got; Kiryarên qirêj yên AKPê, her dem hene. Di hilbijartina 2019’an de jî serî li riyên qirêj dan. lê serneketin. Ji bo hilbijartinên herêmî yên li pêşiya me jî, AKPe serî li himan riyên qirêj dide.

Şahîn dazanîn ku li taxa navendî ya girêdayî Bajêrgê, ji sedî 55 hilbijêrên hatine qeydkirin, li navçeyê rûnanin. Li gorî danayên fermî, ji 10’ê Cotmehê heya niha li Çelê û Şemzînanê veguhestina hilbijêran tê kirin. Li Çelê 2 hezar û 29, li Şemzînanê 2 hezar û 100, li Bajêrgeyê jî 670 hilbijêr hatine veguhastin.

Şahîn got; Em ê her yek hilbijêrê ku cihê wan hatiye veguhestin yek bi yek tespît bikin û bikaranîna wan dengan asteng bikin. Em desturê naidn ku bi hileyên qirêj îradeya gelê me desteser bikin. Divê welatiyên Çelê û Şemzînanê jî bi hişyarî tevbigerin. Divê gelê me jî li bajar û dengê xwe xwedî derkeve. Serokên şaredariyên bi dengên veguhestî tên hilbijartin îradeya gelê me temsîl nakin.