Koma xwendinê ya ku ji rewşenbîr, siyasetmedar û endamên saziyan pêk dihat, parêznameya Rêber Apo a Sosyolojiya Azadiyê xwendin.

Koma xwendinê vê hefteyê beşa 5. a Mijara Aqilê Civakî xwend û nîqaş kir.

Di nîqaşan de hat diyarkirin ku pergala Kapîtalîzmê dîrokê ji xwe dest pê dike û hemû pêşketina hêza aqilê civakî dixe xizmeta xwe.

Her wiha di nirxandinan de hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîzmê bi aqilê analîtîk di şexsê jinê de civak guvaşt û li ser esasê desthilatdariyê hemû qadên jiyanê û xweza jî xirab kir.

Di nêrînên hevpar ya komê de, ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku pergala Kapîtalîzmê li ser civakê ferz dike, analîz û perspektîfên Rêber APO di warê dîrokî, çandî û civakî derketin pêş.

Hejayî gotineye ku Koma xwendinê hefteyê carekê beşên pareznameya Rêber Apo dixwînin û nîqaş dikin.