KCK’ê di şexsê şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr anî û dilsoziyê bi şehîdan re careke din dubare dikin.

KCK’ê diyar kir ku pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê xwedî mîrateyek mezin in.

Ev mîrate jî stratejiya têkoşîna hevpar a gelan û utopya jiyana azad, sosyalîst û demokratîk e.

Fêhmkirina Denîzan û dilsoziya bi wan re, bi esaswegirtina stratejiya wan a têkoşînê û utopyaya wan dibe.

Tevgera me ji destpêkê heya niha ev ji xwe re esas girt û li ser vê nêzîkatiyê têkoşîna xwe mezin kir.

Dilsoziya Rêber Apo ya bi armanca jiyana azad, demokratîk û yekîtiya gelan û têkoşîna wî ya mezin a bêhempa têne zanîn.

Rêber Apo ku tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan dest bi têkoşîna şoreşgeriyê kir, PKK afirand.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser xeta sosyalîst demokratîk pêşket û veguherî têkoşîna Tirkiyeya demokratîk û azad.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku divê hêzên demokrasiyê yekîtî û piştevaniyê xurt bikin ev bang kir.

Em di wê baweriyê de ne ku helwesta herî bi wate ya dilsoziya bi bîranîna Denîzan re bi vî rengî ye.

Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin.

Armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin.