Rojnameya li Belçîkayê weşanê dike, De Standart, di nûçeyeke xwe de cih da serdegirtinên polîsan ên li li ser ragihandina azad. Diyar kir ku serdagirtin bi daxwaza Fransayê hatine kirin.

Di nûçeya rojnameya De Standart de hate bibîrxistin ku polîsên federal bi ser studyoyên çapemeniya Kurd ên li Denderleeûwê de girtin.

Rojnameya ku nûçeya xwe spartiye dozgeriyê, diyar kir ku serdegirtin ji aliyê dozgeriya federal ve hatiye piştrastkirin û nivîsand ku serdegirtin li ser daxwaza Fransayê pêk hatiye.

Di nûçeyê de cih dan axaftina Orhan Kiliç ji komeleya Kurd Navbelê û hat gotin ku Belçîka hewl dide qenalên TV ên Kurdî “krîmînalîze” bike.

Kiliç ragihand ku ev serdegirtin eleqeya xwe bi dewleta Tirk re heye û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rojnamevanên Kurd ên serbixwe jî hatine binçavkirin.

Kiliç got: “Em nafikirin ku tiştên li vir qewimîne, ji tevgera polîsan a li Tirkiyeyê cuda ye.”

Di rojnameyê de daxuyaniya Medya Haber TV û Stêrk TV a ku di nava rojê de hat dayîn jî cih girt.

Fransayê di mehên dawî de zextên xwe yên kêfî û îlegal ên li dijî Kurdan zêde kirine.

Di demên dawî de 3 welatiyên kurd bi rengekî korsanwarî û bi awayekî destgirêdayî radestî Tirkiyeyê kirin. Her sê Kurd jî hatibûn girtin.

Di nav wan de koçberên Kurd jî hebûn ku ti biryareke dersînorkirinê derbarê wan de tunebû.

Îro dema ku li Belçîkayê bi ser medyaya Kurd de hatî girtin, polîsên Fransayê jî bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li banliyoya Drancy a li herêma Parîsê girtin û 6 Kurd binçav kirin.