Parêzer Fîen Schreûrs di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li ber studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de axivî û diyar kir ku serdegirtin ‘hîna tarî û veşarî ye.’

Parêzer Fîen Schreûrs pirsa “Çima darbeyeke bi vî rengî di asteke ewçend xerab de tê kirin” kir.

Parêzer, anî ziman ku ew hê fêhm nekirine bê çima ev êrîş hatiye kirin û got, ew ê lêkolîn bikin û agahiyan bidin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de her du saziyên çapemeniyê jî gotin,

“Serdegirtin ji aliyê Polîsê Federal ê Belçîkayê ve hatiye kirin û berê ti agahî ji parêzerên me yan jî rayedarên şîrketê re nehatiye dayîn.”

Di 23’ê Nîsanê saet li dora 01:30 de polîsên Belçîkî avêtin ser avahiyên Stêrk TV û Medya Haber Tv ên li bajarê Denderleeuw.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Em vê êrîşa korsanî ya nehiqûqî, antî demokratîk a li nîvê Ewropayê pêk hatî şermezar dikin.

Ev rewş ne hewldaneke hiqûqî, ne jî teftîşek e.

Ev êrîşeke ku li dijî saziyên Çapemeniya Azad ku dengê gelê Kurd e, hatiye kirin.

Ji xwe di heman saetê de jî polîsên Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd ên li Tirkiyeyê de girtine, ev yek dewama êrîşa organîzeyî ye.”