Cenazeyê Berdevka Çapemeniya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Buldan ku îro danê sibehê  li bajarê Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da hate oxir kirin.

Berdevka Çapemeniya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Buldan ku serê vê sibê li bajarê Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di saetên piştî nîvro de cenazeyê wê gihişt Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û di saet 16:00’an de hat oxir kirin.

Piştî ku cenazeyê Buldan ji nexweşxaneya bajarê Hewlêrê bi karwanekê anîn wargehê cenaza birin mizgefta Semta Şehîd Çîçek û li wir piştî kar û barên olî cenazeyê Avyan Buldan ji aliyê bi sedan kesî ve li ser milan birin goristana wargehê û sipartin axê.

 Avyan Buldan dibistana seretayî û amedeyî li wargehê qedand û li Hewlêrê beşa derûnînasiyê ya zanîngehê qedandiye. Buldan ku berdevkiya Çapemeniya Tevgera Ciwanên Mexmûrê dikir, di heman demê di Koordînasyona Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) jî cih digirt.

Xwîşka Buldan Evîn Bûldan ku li Bakûrê Kurdistanê ri rojnameyên Azadiya Welat û piştî girtiya vê rojnameyê jî di rojnameya Rojeva Medyayê de wekî edîtor kar dikir jî, di sala 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.