Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê “Parêznameyên DMME’yê – Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Gel ve” ku sala 2001’ê hate weşandin, pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê ji her alî ve raxist pêş çavan. Em ve yekê beş bi beş parve dikin.

“Yek ji mezintirîn xiyanetên sedsalê, wê hîn jî xwe weke dost û alîgirê azadiyê nîşan bida, xwediyên helwesta herî mezlûm û leheng wê bihatina tinekirin û jibîrkirin. Meydan wê ji xayin û nokeran re bihata vekirin ku ji bo berjewendiyên xwe li benda rewşeke bi vî rengî bûn.

HER TIŞT JI BO MIRINA MIN HATIBÛ AMADEKIRIN

Her tişt ji bo mirina min hatibûn amadekirin. Bi giranî ji bo tinekirina bi fîzîkî, nebû jî ji aliyê wateyê ve dixwestin min tine bikin. Tevî ku gelekî li ser fikirîm, texmîn nakim ku ji bilî vê yekê armanceke din hebe. Komplo gelekî kûr û xumamî bû, lewma ji bo têkbirina komployê pêwîstî bi pêngaveke mirovahiya pêşverû ya di asta mûcîzeyê de hebû.

DIXWEST BI ŞÊWEYEKÎ DIN TOLÊ HILÎNE

Çarenûseke bêrehm hatibû amadekirin ku di rewşeke wiha de cîhan tev bûbû dijber, dost û hevrêyên herî nêz jî, li gorî bawerî û nirxên xwe yên moralê ji bilî ‘mirineke bi şeref’ ne li benda tiştekî din bûn. Mejiyê sedsalê ev bû. Mejiyê dost jî wiha bû, yê dijmin jî. Cihê ku hest û bawerî lê qerisîn, ev bû. Her tiştî, tenêmayineke metirsîdar ferz dikir. ‘Dayina ber guleyan’ a li gorî pîvanên şer, ez nabêjim gelekî dûr bû, lê belê tevî ku weke mafekî dihate dîtin, ev maf ji min re nedihat naskirin. Şaristaniyê dixwest bi şêweyekî din tolê ji min hilîne.

ZAROKÊ KU XIYANET LI XEWN Û XEYALÊN XWE NEKIR

Min ti carî bi lîstika qehremaniyê nelîst. Ne xwedî cesareteke welê me ku tê texmînkirin, tevî ku dixwazim ‘ez çi bim bi wî rengî bêm dîtin’, hevalên herî nêzî min jî ev nedîtin. Lê belê taybetmendiyeke min hebû ku min ê xiyanet lê nekiribûya: Ez ê timî ew zarok bûma ku xiyanetê li xewn û xeyalên xwe nake. Minê xwedayên şaristaniyê nas nekiribûya, li saziyên wê neheliyabûma û nebûma mêrê malbatê yê jinên wê. Diyalektîka kesayetiya me gaveke bi vî rengî bi ser xistibû. Mesele êdî ne nakokiyeke erzan a navxweyî ya Tirkiyeyê bû. Rewş û asta min, Prometheûsiyekî hemdem li ser min ferz dikir.

ATÎNA, MOSKOWA, ROMA Û KENYA

Çarmixkirina min li tehtên Îmrlaiyê û çarmixkirina Prometheûs ê li çiyayên Kafkasyayê ji hev ne cuda bû. Ya herî giran û bi êş ew e ku ev yek jî ji aliyê heman neviyên Xwedayê Athena Zeûs ve hatiye kirin. Yek ji navendên bijarte yên şaristaniyê Moskowa, bi lîstikeke namerdî, ji bo yek du îhaleyan û krediya IMF’ê ya ji çend milyarî, li dijî min tevgeriya.

Li Romayê jî, arenaya koledariya klasîk û hesabên zirav ên kapîtalîzmê, wê ti nirxên moral û hiqûqê nas nekiribûya, bi teroreke psîkolojîk a giran wê şerekî mezin ê rûmetê li min ferz bikira û neçar bihatama hiştin ku ya pêwîst bikim.

Athena jî wê baweriya bi navê dostaniyê ku bi şêweyekî fahîşeya herî mezin jî nekarî cesaret bike, bi namerdî bi kar bianiya û li paytexta Kenyayê, ez radestî diyarê barbaran bikira.

Min ti carî ji qederê bawer nekir, lê belê di çarmixa sedsala 20’an de ku hêzên qederê li min ferz kirin, ez ê bi tena serê xwe bimam. Min ê lêdana dawî ya dilê xwe û bermahiya herî dawî ya mejiyê xwe jî ji bo mirovahiyê bi kar bianiya.

LI PÊŞBERÎ LENETA ŞARISTANIYA HEMDEM, EZ Ê TÊK NEÇÛBÛMA

Ji bo kesên dixwazin sekna min a li Îmrlaiyê fêhm bikim, vê pênaseya kin dikim. Ya ku pêk tê, ne rexnekirin û rexnedayineke ji rêzê ye, ne efû ye, ne jî bendewariyek e. Nêzîkatiyên bi vî rengî ji wateya min re nabin bersiv. Rewş cudatir e û pêwîstî bi fêhmkirina reseniyekê, bi fêhmkirina xweseriyekê heye. Helwesta aştî û biratiyê, bê şik û guman ji bo min xwedî wesfeke cewherî ya kûr e. Helwesta siyasî di rêza duyemîn de ye ku min ê destpêkê helwesta siyasî hilnebijarta, ya jî bersiv nedabûya bendewariyên şaristaniyê û xwe nekiribûma amûreke di destê şaristaniyê de.

Min ê di vir de mezinahî bidîta û li pêşberî leneta şaristaniya hemdem têk neçûbûma. Her nêzîkatiyeke siyasî ya ku cih dide hevkariya jiyana biratî, aştî û azadiya bi rûmet, ji bo min gelekî hêja bû.

Cewhera parêznameyên min ên li Îmraliyê ev e. Hêvîdar im qîmetê wê roj bi roj baştir tê fêhmkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê “Parêznameyên DMME’yê – Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Gel ve” ku sala 2001’ê hate weşandin, pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê ji her alî ve raxist pêş çavan. Em beşa duyemîn bi we re parve dikin:

Şert û mercên rê li ber girtina min vekirin û hêzên ku ev yek pêk anîn, hêzên serdest ên şaristaniya hedem bûn. Lewma pêwîstî bi wê heye ku parastina min jî di vê wesfê de bê kirin. Serpêhatiya min a li Ewropayê xwedî gelek dersan e, lewma zelalkirina vê yekê karekî girîng û sereke ye. Di vê mijarê de bala me tenê li ser Tirkiye û rastiya Rojhilata Navîn be, hingî em ê nikaribin temamiya rastiyê bibînin. Gelekî girîng û diyarker e ku li gel çavkaniya pirsgirêkê divê mirov çareseriya wê jî di nava rastiya şaristaniya Ewropayê de bigerin. Heta niha gelek tevgerên ku navê rizgariya neteweyî li xwe kirin, ji ber ku xwe negihandin vê asta hevgirtinê, ya bûn dîlgirtiyên şaristaniya Ewropayê, ya jî di nava polîtîkaya ‘parçe bike-birêve bibe’ de fetisîn, difetisin.

TRAJEDIYA DI ŞEXSÊ MIN DE RÛ DA, ŞEXSÎ NÎNE

Trajediya di şexsê min de rû da, ji trajediya şexsî wêdetir, nîşaneya berbiçav a rastiya gelekî, rastiya gelê Kurd e. Pênasekirina rast a rastiya Kurdan wê rê li ber teşxîskirina rast a pirgirêkekê vebike ku niha ji ve di rojeva Ewropayê de ye. Ev teşxîs gelekî girîng e ku wê çarenûsa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê diyar bike.

Lewma, çareseriyeke demokratîk a li Tirkiyeyê wê bandorê li çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Kafkasya, Asya Navîn û Balkanan bike. Girîngiya mezin a navneteweyî ya vê pirsgirêkê di vir de ye. Nêzîkatiyên ku pirsgirêkê înkar dikin, ya jî yên ku nêzîkatiyên çareseriya dûrî ji rastiyê nîşan didin, krîzê girantir dikin. Dema ku nîqaş li ser mijara Kurdan tê kirin, bêguman divê nêzîkatiyeke berfireh, zanistî û çareser bikim bingeha parêznameya xwe.

ALTERNATÎFA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK, STRATEJÎK E

Berpirsyariyeke mezin e ku mirov cografyaya Kurd a potansiyela xwe ya şer lê zêde ye, nekin mînakeke duyemîn a Fîlîstîn-Îsraîlê. Alternatîfa Rojhilata Navîn a demokratîk, armanceke stratejîk e ku divê her tim li pêş çavan be. Pêvajoya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di heman demê de derfetê dide me ku derfetên çareseriyê yên hiqûqî test bikin, ya jî weke şensekî binirxînin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye jî ji aliyê hiqûqî ve pê ve girêdayî ye, ji şexsê min wêdetir rewşeke giştî radixe pêş çavan. Mafên bingehîn ên sê nifşan ku Neteweyên Yekbûyî jî qebûl dike; yanî mafên medenî û şexsî, amfên aborî û civakî û mafên diyarkirina hebûna xwe ya çand û gelan, di PMME’yê de hîn bi berfirehî tê pênasekirin û divê hemû endamên wê li gorî vê yekê tevbigerin.

Gelek dozên ku bi vê navrokê çûne ber destê DMME’yê, pêwîstî bi wê yekê dike ku ev pirsgirêk êdî bi rengekî bingehînî were nirxandin, ji şexsan wêdetir normeke hiqûqî lê bê kirin. Dayina biryarên cuda li ser bi hezaran dozan ne tiştekî rasteqînî ye, ya jî ferz dike ku li parlamenta neteweyî bersiva qanûnî ya vê yekê bê dayin. Tirkiye yekane welatê Konseya Ewropayê ye ku di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih nîne, bi taybetî jî xala li ser mafê jiyanê bi cih nîne. Pîvanên Kopenhagenê jî ku wateyeke din a PMME’yê ye û di pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê de hate destnîşankirin, bi cih nîne.

BERPIRSYARIYA DÎROKÎ

Hêvîdar im ku doza min a şexsî wê bibe sedem ku ev pêvajo hîn bi lez bi rê ve biçe. Her wiha dixwazim bêjim; eger Tirkiye bixwaze ez li çareseriyeke dostane vekirîme. Ev aliyê parêznameya min derfetê dide çareseriya polîtîk a hiqûqê û girîng e ev rast bê nirxandin. Bi kurtasî; li şûna rêbazên polîtîk ên tund û leşkerî ku berê gelekî hatin bikaranîn, ez gelekî girîng dibînim ku di pîvanên dewleta hiqûqê ya demokratîk de şens ji çareseriyekê re bê dayin û hêvîdar im ku Tirkiye wê bi berpirsyariya xwe rabe û ji bo çareseriya dostane deriyê diyaloga siyasî veke. Min weke berpirsyariyeke dîrokî dÎt ku rewşa xwe ya şexsî jî hîn bi berfirehî binirxînim.

JI BO PÊŞÎ LI TRAJEDIYÊ WERE GIRTIN

Ji bilî pêwîstiyên teknîkî yên dadgehê, girîng e ku hin rewş û rastiyên dozê  bi rengekî wêjeyî bê vegotin ku rastî ronî bibe. Ne tenê hiqûqa navneteweyî, di heman demê de gelek nirxên moralê hatin binpêkirin. Ji ber vê yekê neçar mam ku vî aliyê parêzanemayx we bi kûrahî binirxînim. Di şexsê min de ne tenê trajediya rojane ya gelê Kurd, tenêmayina ji ber dîroka lenetbûyî, rasthatina wan a li komployan û xiyanetên mezin ên rû dan, bi daxuyaniyên berfireh dikarin werin ronîkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku qet nebe pêşî li trajediyên ji niha û pê ve were girtin û pêşî li pêşketineke hemdem bê vekirin. Ev beş dikare weke kurtasî û dawiya parêznameya min bê nirxandin.

Di parêznameya min de ku ez ê li ser bingeha pêşgotinê amade bikim, ji aliyê naverokê ve wê gelek kêmasiyên xwe hebin. Yek ji sedemên vê jî bandora tenêmayina 3 salan a li Îmraliyê ya li ser hiş û ziman e. Lê belê pê zanim ku dersên min ji pratîkên giran derxist wê xizmeteke baş bide derdorên pêwendîdar, ez ê hewl bidim vê wezîfeya xwe bi nivîsandinê bi cih bînim.

Wê bidome…