Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Omer Dûran ê li Dersimê di şer de şehîd bû, hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Omer Dûran (Rêzan Mardîn) ku yek ji 3 gerîlayên li Dersimê 6’ê Gulanê di şer de şehîd bû, di 12’ê Gulanê de ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin. Malbatê cenaze heman rojê li goristana navçeya Kerboranê ya Mêrdînê veşart. Hêzên dewleta Tirk ku dor li goristanê girtin nehiştin ku kes tevlî merasîmê bibin.

WEZARETÊ DEREW KIRIBÛ

Wezareta Karên Hundir a Tirk di 14’ê Tebaxa 2018’an de ragihandibû ku gerîlayê HPG’ê Dûran jiyana xwe ji dest da û medya wan jî ev nûçe weke ‘nûçeya lezgîn’ weşandibû.