Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn, Ezaz û Marê li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor lidarxistin.

HRÊ bi daxuyaniyekê encama van çalakiyan eşkere kir.

8’ê Adarê komeke ji 3 çeteyan hewl dan êrişî hêzên me yê li xeta navçeya Efrînê Şera bikin.

Şervanan bersiv da û di encamê de çeteyek hat kuştin.

Her du çeteyên din reviyan.

12’ê Adarê jî xeta Marê şervanan çalakiyeke serdegirtinê pêk anî, 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

20’ê Adarê li bajarê Ezazê şervanan bi awayekî serketî li hedefên çeteyan dan.

Li vir jî çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

24’ê Adarê şervanan xeta Ezazê rêzeçalakî kirin.

2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Her wiha wesaîtek û motorsîkletek hat îmhakirin.

25’ê Adarê jî bi çalakiyeka sekvaniyê çeteyek li Ezazê hat kuştin.

1’ê Nîsanê jî li Ezazê çeteyek hat kuştin.

2’yê Nîsanê jî şervanan li navçeya Efrînê Şera li çalakiyeke taybet li darxistin.

2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn, wesaîtek jî hat îmhakirin

Dîsa li Marê çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.

Bi giştî di van çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê de 9 çete hatin kuştin 9 jî birîndar bûn.