Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Suleyman Ozturk ê li herêma Omeriyan şehîd bûbû, hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Suleyman Ozturk (Cîlo( ku 5’ê Tebaxê li herêma Omeryan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şehîd bûbû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.

Cenazeyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihate ragirtin, duh şev ji aliyê malbatê ve hate girtin, birin gundê Sitîlîle ya navçeya Nisêbînê.

Cenazeyê Ozturk piştî wecîbeyên olî û şûnde, ji aliyê ferdên malvat û gundiyan ve bi merasîmekê veşartin.