Çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji welatên cuda hatine û tev li DAIŞ’ê bûne, rêya wan a sereke ku tê re derbas bûne, Tirkiye ye. Ev rastî hema di hemû mikurhatinên çeteyên DAIŞ’ê de aşkera dibe.

Çeteyê bi nasnavê Mihemed Elî ku bi eslê xwe ji Pakistanê ye lê hemwelatiyê Kanadayê ye jî di heman rêyê re derbasî Sûriyeyê bûye ango di rêya Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne. Mihemed Elî piştî demekê ku di nav çeteyên DAIŞ’ê de maye û deverên cuda erk girtiye, perwerde dîtiye, piştre jî ji li Serêkaniyê ji aliyê hêzên YPG’e ve hatiye girtin.

Hemû kesên ku ji welatê Ewropa hatine û tev li DAIŞ’ê yan jî komên çete yên din bûne dibêjin “Em hatin tev li şoreşa îslamî bibin.” Lê di rastiya xwe de komên ku di bin navê îslamê de tev digeriyan jî hemû jî komên çete bûn û li her derê desthilatdariya xwe ferz dikirin.

Çeteyê Mihemed Elî jî yek ji van çeteyan e. Elî dibeje ku wî berê DAIŞ`ê nas nedikir û wiha pê de diçe: “Min li derveyî Toronto di gundekî de biçûk ê girêdayî Kanada dima. Berê min nizanibû ku DAIŞ`ê çi ye. Min DAIŞ li Tirkiyeyê nas kir. Min bihîst ku li Sûriyeyê li hemberî rejîmê şoreşek hatiye destpêkirin. Ez hatim ku tev li vê şoreşê bibim. Lê min pir zêde nizanibû ku li vir çi diqewime û min pir kes jî nas nedikirin. Tenê min dizanibû ku “Artêşa Azad” û komek bi navê Ehrar El Şam heye.”

Rêya derbasbûnê dîsa Stenbol û Dîlok e

Çete Elî dibeje ew di ser Stenbol û Dîlokê (Entab) re derbasî Sûriyeyê bûye, di heman demê de rastiya têkiliya di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de jî careke din aşkera dike.

Elî wiha got: “Dema ez hatim Tirkiyeyê ez bi tenê bûm. Ez 3 hefteyan li Tirkiyeyê mam û li hin kesan digeriyam ku min bînin Sûriyeyê. Herî dawî min li ser înternetê kesek nas kir. Zilamekî ji Siwêdê bû. Wî got ez ê te derbas bikim. Min li Stenbolê fêm kir ku kesek nîn e alîkariyê bide min. Ji ber wê min xwest ez biçim cîhekî nêzî sînor. Ez hatim Rihayê. Ez hefteyekê li Riha li gel penaberên ji Sûriyeyê hatibûn mam û bi wan re der barê rewşa li Sûriyeyê de axivîm. Alîkarî nedan min û gotin baştir e tu niha neçî. Ji ber vê ez vegeriyam Stenbolê. Min kesek li ser înternetê nas kir. Ji min re got ger ku tu dixwazî biçî Sûriyeyê were Entabê. Min reqama kolber jê girt û wî ez derbasî Sûriyeyê kirim.”

‘Tirkiyeyê tu astengî dernexistin’

Dema ku çete Elî di ser Tirkiyeyê re derbas dibe, dewleta Tirk ji wî re tu astengiyê dernaxe. Çete Elî bi rehetî tev digere, têkiliyan ava dike û piştre jî derbasî Sûriyeyê dibe.

Çete Elî çîroka derbasbûna xwe ya Sûriyeyê û piştî derbas dibe jî tiştên ku hatine serê wî wiha vedibêje:

“Du Urdunî, du Misrî û yek jî Endonezî li gel min bûn. Ez di ser El-Raiyê re derbas bûm. Dema ez derketim hinek leşkerên Tirk jî li ser sînor bûn. Bi qasî ku dixuya wan kesên ku dixwestin biçin Sûriyeyê asteng nedikirin. Lê piranî kesên ku dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, asteng dikirin. Li cîhekî nêzikî El-Raî mam û li wê derê gelek biyaniyên din jî hebûn. Piştre em çûn Cerablûsê û demeke din piştî wê jî em çûn cihê perwerdehiyê yê ku li Reqayê bû.

Derdora 200 kesan di perwerdeyê de bûn û me 21 rojan perwerde dît. Hinek dersên leşkerî û olî hebûn. Li Kanadayê min karê petrol derxistinê dikir ji ber vê sedemê jî ez şandim rêveberiya karên neft û petrolê. Cihê me nêzî gundê Sebxa yê Reqayê bû. Ez 6 mehan li wê derê mam û pişt re min kesekî Awustralî ku bi eslê xwe Lubnanî bû, nas kir. Wî perwerdeya sekvaniyê dida. Ji ber vê min xwest ez ji wê yekîneya xwe qut bibim û biçim gel wî. Ez tev li perwerdeya wî bûm.

Di kampeke li derveyî Tebqayê min 3 meh perwerde dît. Pişt re min şandin Tedmûrê. Li wê derê min demek karê ewlehiya hundirîn kir. Piştre ji bo alîkariya mamosteyekî İngîlîzî bikim ez derbasî perwerdeyek din bûm. Sal û nîv nêzî du salan li wê derê bi perwerdeya İngilîzan re mijûl bûm. Piştî wê ez derbasî Meyadîn bûm û xebatên perwerdeyê de min karê rêveberî dikir. Wê demê rejîma Sûriyê û Rûsya êrîş birin ser Dêrazor û balafirgeha Dêrezorê. Di wê demê de me perwerde bi dawî kir û em hemûyan çûn eniya şer. Piştre ez vegeriyam Tedmûrê. Dîsa li wê derê demekê mam.”

‘Min di şerê Babê de cih girt’

Çeteyê bi nasnav Mihemed Elî di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Piştî Babê ez dîsa çûm Dêrazorê û demekê li wir mam. Pir caran ez çûm eniya şer. Min her tim karê keşfê dikir. Şerê herî giran ku ez tev lê bûm, şerê Şêx Necar bû. Ev der li bakurê rojhiilatê Helebê ye. Yekem car bû ku ez li wê derê tev li şer bûm. Piştî 8 mehan ez careke din derbasî karê perwerdeyê bûm. Dema şerê Dêrazorê em neçar man ku ji her derê vekişin û derbasî aliyê din ê çemê Firatê bibin.”

Ji aliyê YPG`ê ve hate girtin

Mihemed Elî di dawiya çîroka xwe de behsa çawa ku dema dixwest biçe Tirkiyeyê û ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate girtin dike û wiha pê de çû: “Her kesê ku ez nas dikim hatin kuştin. Ez di yekîneyeke sekvaniyê de bûm û her carê ku pêwîstî bi me çêdibû wan em dişandin eniyê. Di yekîneya min de ji her welatî kes hebûn. Rûsî, Çeçenî, Daxistanî, Awustralî, Îngilîstanî, Fransî, Holandî, Amerîkî. Pir zêde Awustralî û Rûsî hebûn. Hinek jî ji Ewropayê. Rûsan û rejîmê em ji aliyê başûrê Dêrazorê derxistin. Piştre em ji Bûkemalê jî derxistin û em hatin vî aliyê çem ango rojhilatê çemê Firatê.

Herî dawî dema min xwest ez derkevim û biçim Tirkiyeyê ez li Serêkaniyê hatim girtin. Ez bi bavê xwe re axivîm, min got ez dixwazim derkevim. Wan jî bi hikumet û îstixbaratê re pêwendî çêkirin. Ji min re gotin ger tu bikaribî derbasî Tirkiyeyê bibî em ê alîkariyê bidin te.”

ANHA