Berxwedana ‘Kevrê Ker’ dagirker bêzar kir û hişt ku çekên qedexekirî bikar bîne

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de, berxwedaneke bê hempa di bin navê “Berxwedana Serdemê” de li dijî êrîşkaran hate meşandin. Li seranserî herêma Efrînê şervanên YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke efsaneyî li hemberî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê dane meşandin.

Yek ji çîrokên berxwedanê ku li herêma Efrînê pêk hatine, berxwedana girê “Kevrê Ker” a girêdayî devera Reco ye û dagirker û çete li hemberî fedekariya şevanan matmayî man û ziyanên mezin bi êrîşkaran bûn. Berxwedana li girê Kevrê Ker hatiye meşandin şervanê YPG’ê Miraz Efrîn ku beşdarî vê berxwedanê bûye ji ajansa me ANHA’yê re vegot.

Şervanê YPG’ê Miraz Efrîn diyar kir ku dema êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê ew hîn di perwerdeyê de bûn û piştî sê rojan ji êrîşa dagirkeran, ew li rex 5 şervanên din berê xwe dan eniya Kevrê Ker. Di wê demê de artêşa Tirk bi dijwarî gir bi topavêj û tankan topbaran dikir û balefiran jî gelek êrîş li Kevrê Ker pêk anîn û wiha got: “Piştî ku em gihîştin girê Kevrê Ker me cihên xwe girtin da ku balefirên keşfê cihê me eşkere nekin. Di roja duyemîn û sêyemîn a berxwedana me li Kevrê Ker topbarana êrîşkaran dijwartir bû û tevgera artêşa Tirk û komên çete li rex sînor zêde bû. Me nas kir ku ew amadekariya êrîşeke bejahî dikin. Me tedbîrên xwe girtin da ku em êrîşa wan bişkînin. Di sibeha çaremîn a berxwedana me li Kevrê Ker û saet di 06:00’an de dagirkeran dest bi êrîşa xwe kirin. Di destpêkê de hejmara êrîşkaran nêzî 35 leşker û çete bûn û topbavêj û tankan alîkariya wan dikirin. Em li eniya gir belav bûn û me amadekariya şikandina êrîşê kir.”

Miraz Efrîn axaftina xwe wiha domand: “Leşker û çeteyên êrîşkar kom bi kom dihatin û xwe di nava daran û zinaran de vedişartin û berê xwe didan girê Kevrê Ker. Em li hemberî tevgera wan baldar bûn û dema nêzîkatî li gir kirin me gule li wan baran din û pevçûneke dijwar di navbera me û êrîşkaran de derket. Êdî çete nikaribûn gavekê jî pêşve werin. Tişta ku alîkariya me kiriye pirbûna daran bû û her çeteyekî ku gavek pêşve diavêt me armanc digirt. Çete êdî nikarin pêşve werin û nikarin paşve jî vekişin, ji ber ku di bin serweriya çekên me de bûn. Piştre balefiran gelek êrîş li dijî gir pêk anîn, lê ji ber ku me tedbîrên xwe girtibûn, ti şervan birîndar nebûn. Me berxwedana xwe domand û piraniya êrîşkaran hatin kuştin.”

Miraz wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dema ku min di paş darekê de gule li çeteyan dibaran din, min hîs kir ku destê min yê rastê weke ku bi cixareyekê hatiye şewitandin. Min têliya xwe li teltîka çeka xwe guvaşt lê têliya min ne dixebitî. Min bala xwe dayê û min dît ku xwîn jê destê min diherike û du gule li zendê min ketine û min bi yaqeya miltanê xwe birîna xwe girêda.”

Miraz wiha domand: “Hevrêyê min şervan Tofan dît ku ez birîndar bûme ber bi min ve hat û ji min xwest ku ez vekişim û birîna xwe derman bikin. Tofan alîkariya min kir û ez paşve vekişiyam û di paş zinarekî de min birîna xwe derman kir. Piştre her diçû birîna min zêde diêşiya û ji bo êş kêm bibe min girêka birînê zêde dişidand. Dengên pevçûn û topan bê navber bû. Min dît ku hevrêyên min berxwedana xwe didomînin û bi lehengî li ber xwe didin. Ji bo ez birîna xwe ji bîr bikim, min çeka xwe rakir û careke din berê xwe da eniyên pêşîn û piştî ku min cihê xwe li paş zinarekî girt û çeka xwe bi cih kir, min dest bi guleyan li dijî êrîşkaran kir. Hevrêyên min careke din ji min xwest ku ez vekişim û li xala tenduristiyê birîna xwe derman bikim. Min nexwest ez eniya şer berdim û min berxwedana xwe domand. Min ji hevrêyên xwe re got ku destek têrê dike ku ez çeka xwe bikar bînim.”

Miraz serpêhatiya xwe wiha domand: “Piştre min dît ku şervan Tofan bi bêtêlê bi fermandariyê re diaxive û jêre dibêje ku 3 şervan birîndar bûne û ji bo vekişandina van birîndaran alîkariyê dixwaze. Wê demê min nas kir ku ne tenê ez birîndar im. Piştre hêdî hêdî guleyên ji aliyê êrîşkaran ve dihatin kêm bûn û tenê dengê topavêjan dihatin. Dema şervana çavdêriya dijmin dikirin dîtin ku tenê cenazeyên wan li erdê ne. Di wê demê de cebilxaneya me jî ber bi dawîbûnê ve diçû û tenê çend jerjûr û hin bombeyên destan li destên me de mabûn.

Piştre bêdengiyeke baldar li gir hate jiyîn û tîma alîkariyê ku ji 7 şervanan pêk dihat xwe gihandin me û ji şervan Tofan xwestin ku birîndaran vekişîne û gotin ku dê şûna wan di gir de bigirin. Li ser vê yekê em ji gir vekişiyan û piştî meşeke nêzî 20 deqeyan di nava daran re em gihîştin xala tenduristiyê û piştre em rakirin nexweşxaneya Avrînê.”

6 şervanan 35 leşker û çeteyên dagirker tune kirin

Şervan Miraz Efrîn axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku em gihîştin nexweşxaneya Avrîn û me li nûçeyan temaşe kir, me dît ku çapemeniya Tirkiyeyê bi xwe dibêje ku 35 leşkerên wan li girê Kevrê Ker hatine kuştin. Wê demê me hejmara ku me kuştine nas kir. Tişta balkêş ew e ku çapemeniya Tirkiyeyê îdîa dikir ku bi sedan şervan kuştine. Tevî ku em tenê 6 şervan bûn û me li girê Kevrê Ker li ber xwe didan.”

Dagirker nikaribûn li Kevrê Ker pêşve werin û bi Napalm êrîş kirin

Miraz Efrîn çîroka berxwedana girê Kevrê Ker wiha domand: “Piştî ku em ji Kevrê Ker vekişiyan Yekîneyeke şervanan ku ji 6 şervanan pêk dihat şûna me girtin û berxwedana xwe domandin. Artêşa Tirk û komên çete piştî ku nikaribûn pêşve werin bi topbarana xwe li dijî Kevrê Ker dijwartir kirin. Tevî vê yekê şervanan derbeyên giran li êrîşkaran dan. Di encamê de artêşa dagirker bi Napalm êrîşî Kevrê Ker kirin û giştî darên derdorê şewitandin. ji ber vê yekê hin şervan ji ber şewatê birîndar bûn. Tevî vê yekê jî êrîşkar nikaribûn bejahî pêşve werin. Piştre artêşa dagirker bi balefiran leşker bi ser gir de berdan û bombe û napalm bi kar anîn.”

Şervanê YPG’ê Miraz Efrînê di daxiya axaftina xwe de wiha behsa serpêhatiya xwe di berxwedanê de kir: “Berxwedana Kevrê Ker xaleke bingehîn di jiyana min de ye û kesayeta min bi temamî guhert. Bi saya vê berxwedanê ez fêrî îrade û girêdana bi axa welat ve bûm. Her çiqas dijmin xwedî çekên pêşketî be ne pêkan e îradeya şervanan were şikandin. Ez piştrast im ku bi fedekariya şervanan û gelê Efrînê bê guman serkeftin para gelê me ye. Em soz didin ku em ê berxwedana xwe berdewam bikin û em ê giştî axa pîroz a Efrînê ji destên dagirkeran rizgar bikin.”