Li gorî raporên çapemeniyê yên Amerîkayê, DAIŞ li Iraqê dest bi avakirina şaneyên xwe yên veşartî li başûrê Kurdistanê kiriye, nemaze piştî ku ziyanên mezin bi wê bûn.

Rojnameya The Daily Beast a Amerîkayê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Kurdistanê dest bi avakirina şaneyên xwe yên veşartî dike, piştî ku ziyanên mezin bi wê bûn. Rojnameyê da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li gundên dûr bi cih bûne.

Rojnameyê di raporeke xwe de da zanîn ku serweriya DAIŞ’ê li piraniya herêmên Iraqê lawaz ketiye û destnîşan kir ku çete hê jî gefan li ewlehiyê dixwin. Nemaze piştî ku hejmareke çeteyan karibû xwe li gundewaran veşêrin.

Rojnameyê da zanîn ku şert û mercên ku niha Iraq tê re derbas dibe, nemaze valahiya desthilatdariyê dibe ku sedema sereke ya xweveşartina çeteyan e û got ku DAIŞ ji nerazîbûna gel sûdê werdigire û ev rewş heman rewş e ku di salên borî de DAIŞ tê de derketiye holê.

Rojnameya Washington Postê jî diyar kir ku DAIŞ hewl dide di salekê de vegere Iraqê û çalakiyên xwe yên terorîst pêk bîne.

https://www.thedailybeast.com/dont-count-out-isis-just-yet?ref=wrap