Kongreya Star bi armanca şermezarkirina salvegera Komploya Navdewletî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariya meşeke navendî li ser asta herêma Cizîrê dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9`ê Cotmeha 1998`an de piştî zext û gefên dewleta Tirk a dagirker ku “Heke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmê bimîne dê Tirkiye êrîşî gelê Sûriyeyê bike” ji Rojhilata Navîn derket. Ji bo parastina gelê herêmê ji gefên dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd biryar da ku ber bi dewletên Ewropayê ve biçe. Lê zêdetirî 35 dewletên herêmî û cîhanî tev li Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan, bûn.

Di encama Komploya Navdewletî de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999`an de li paytexa Kenyayê dîl hate girtin û radestî hikumeta Tirkiyeyê hate kirin. Dewleta Tirk tecrîdeke ku hemû zagon û pîvananên navdewletî binpê dike li ser Ocalan dimeşîne. Li beramberî vê yekê jî hemû rêxistinên cîhanî yên mafên mirovan bê deng in.

Kongreya Star bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê derbasî sala xwe ya 20`an dibe, her wiha şermezarkirina bêdeniya rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî derheqê tecrîd û Komploya 9`ê Cotemehê de, bi dirûşma “Rêxistina mafên mirovan bûye şirîka komploya li dijî rêber Ocalan” amadekariyên meşekê li ser asta herêma Cizîrê dike. Meş di 9`ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo dê were lidarxistin.

Kongreya Star bang li hemû pêkhateyên civakê yên herêma Cizîrê kir ku tev li meşê bibin.