Ev ax, çawa ku 40 roj in şervanên HPG’ê û YJA Starê xistiye himêza xwe, wê me jî bixe himêza xwe…

Ev ax şervanên ji bo edalet, zarok nemirin, jin azad bin û dar bi azadî bibişkivin, di sedsala 21’ê de hê jî her kesê bi heskirin bedena xwe didin ber guleyan wê bigire himêza xwe.

Lê ev ax wê yên bêedalet, yên bêexlaq, hez ji zarokan nakin, jinan qetil dikin, xwe ji bo pênç qûrîşan difiroşin, ji bo rehet bijî pê li hinek din dikin, yên dibêjin; ‘yek ol, yek ziman, yek al’ , li ber çavan bêrêziyên li baweriya her kesê dikin, cihên îbadetê hildiweşînin, yên divegerin tiştên ji derveyî gerdûnê, cihê îbadetê yê gelekê hildiweşînin û cihê baweriyê yê gelekî din çêdike, bê baweran qet navêje himêza xwe…

Gerîla li cihê herî xweşik ê Başûrê Kurdistanê li Heftanînê 40 roj in bê ku bêjin sar û germ e şer dikin. Li cihên herî tîrêjên rojê tûj lê didin gerîlayan şûrê xwe tûj kirin li emberdagirkeran. 40 roj in her çendî bêjin hêzên din giran ‘diparêzin’ jî, ji derveyî gerîla ku derba li dagirkeran didin nîne…

40 roj in ji 200 dagirkerî zêdetir himêza axê terikand û ber bi lenetbûnê ve çûn. 40 roj in zarên ciwan ên gelê Kurdistanê cihê xwe li himêza axê girtin.

Ji bo ku dagirker nekevin Başûrê Kurdistanê 40 roj in gerîla şev û roj şer dikin. Gelo ma niha kes vê nabîne?

Partiya ku 40 sal in hejmara hemû gelên hejar digire, rêberê civakekê kêlî bi kêlî têkoşîn dike. Gerîla bi hesreta wî, bi îlhama ku jî wî digirin, bi hesreta bi salan a xwe gihandin wî li ber xwe didin.

Pratîka vê niha li Cenga Heftanînê ye. Heta guleya dawî şer kirin, ji bo nekeve destan xwe di latan de avêtin, li ber gotina dagirkeran a ‘teslîm bibe’ kişandina pîmên narincokan (bombeyan) rastî û heqîqeta gerîla ye. Ciwanên Kurdistanî ku temenên wan 18-19 salî 40 sal in destanên berxwedanê li ser hev dinivsînin.

Niha 40 roj in gerîla li meydanê berxwedanê nû dike. Ev meydana cengê ye. Gerîlayên ku bi salan e şîna her kesê girtî, ji Filistînê bigire heta Şengal, ji Şengal bigire heta Kobanê, Kerkûk, Mexmûr ji bo parastina hemû gelan amade, gelo ma gelê Başûr berxwedana li meydana cengê ya van gerîlayan nabîne?

Gelo kes heye vê dîtî û bihîstî?

Gelno, ciwanên ku cîhan li faşîzmê kirî zindan, jinên ku bi gotina ‘hûn nikarin’ qiyametê radikin, hûn li benda çi ne?

Gelên Tirkiyê, ciwan û jin û mirovên Tirkiyeyê qey hûn nabînin ku welat ber bi çiravê ve diçe, ji bo mirina leşkeran nebihîsin, berê leşkeran didin sînoran, bi bernameyên ji derveyî rojeva şer û dirazînin hûn nabînin? Hikûmeta ku hatî hilbijartin bi hinceta Kurdan gelek deverên Rojhilata Navîn dagir kir, bi eşqa êrîşkirina li ser Sûriye, Iraq, Lîbya û Yemenê yên bi nefretên mezin nabînin? Wê demê gelê Tirkiye li benda çi ye?

EV MEYDANA CENGÊ YE…

Yan wê ev xak van dagirkeran ji himêza xwe bavêje an jî wê ev ax gerîlayên ku îksîra nemiriyê bi berxwedana rûmetê vexwarîn bixe himêza xwe! Encam çi dibe bila bibe, heta ku yên bijî li ber xwe bide, wê weke çirûskekê bikevin dîrokê. Encam çi dibe bila bibe, yên çavên xwe li ber berxwedanê digirin, li ber dagirkeriyê dengên xwe dernaxin, wê weke deqekî reş di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Wê îxanet ti demê nekaribe rûpelên zer ên zêrîn ên dîroka Kurdistanê… Encam çi dibe wê di Cenga Heftanînê de diyar bibe!…