Li gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê, zextên polîsên Tevgera Taybet yên Tirk li ser gelê sivîl berdewam dikin.

Di dîmenên ku ji aliyê kesekî ve hatiye kişandin de tê dîtin ku polîsên tevgera taybet yên bi maske, di bin navê Kontrola Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) de, mînîbusa gund rawestandin û beriya GBT’ê xwestin lêgerînê bikin.

Ji ber ku welatî li dijî vê derketin gef û heqaret li kesên ku ev yek qebûl nekirin xwarin.

Hat dîtin ku leşkerên Tirk “gefên kuştinê” li welatiyan dixwin û gelek caran gule li kesên ku naxwazin ji wesaitê dakevin, dibarînin.

Hat hînbûn ku leşkeran gefên “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” dixwin.

Parlamentera DEM Partî, ya Colemêrgê Oznur Bartin dîmenên bûyerê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kirin û bertek nîşanî bûyerê da û got:

Ev qeyd tenê beşeke kurt a zilma ku hatiye kirin e.

Li heman gundî û li heman cih gelek caran ev zilm çêbûye û dewam dike.

Ji ber ku hewaya tirsê ya ku tê xwestin bê afirandin bûye bingeha desthilatdariyê.

Weke ku di van wêneyan de jî tê dîtin, jin, ciwan û gelê Şemzînanê serî li ber tu ferzkirin, zilm û zordestiyê netewandiye û natewînin.

Li di jî van kîryaran li ser medya dijîtal X jî bertekek mezin he bû.