Hindek çavkaniyên agahdar, eşkere kirin ku istixbara Tirkiyê bi rêveberên  Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) re civiyaye. Di civînê de istixbara Tirkiyê ji ENKS’ê xwestiye ku bi awayekî rûtîn raporan ji wan re rêkin. ENKS’ê di beramberî vê xwastekê de ji Tirkiye xwestiye ku hêza bi navê “Pêşmergeyên Efrînê” bipejirîne û destekê bide wan. Lê istikbarata Tirkiyê ev daxwaza ENKS’ê red kiriye.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 26`ê Cotmeha 2011`an de li Başûrê Kurdistanê bi sponseriya serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), Mesûd Berzanî ve hat avakirin. Destpêkê ENKS ji 11 partiyên Kurd ên li Sûriyê avadibû. Di sala 2012`an de bû 15 partî, lê bi demê re ew hejmar kêm bû û tenê 4 partî man. Ev partî ev in; “Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi serkêşiya Ebdulhekîm Beşar û niha Siûd Mele, Partiya Yekîtiya Kurdistanê bi serkêşiya Ibrahîm Biro, Yekîtiya Kurdistanê Ebdulbast Hemo û Partiya Azadî ya Sûriyê bi serkêşiya Mistefa Oso tevî hindek partiyên din.”

Ji destpêka damezirandina ENKS’ê ve heya niha, ENKS’ê tu gavên cidî ji bo gelê Kurd li Sûriyê ne avêtine. Lê belê xwe xistiye xizmeta qaşo bi navê Meclisa Niştîmanî ya Sûrî tê naskirin ku niha veguheriye Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire. Her du meclis hewl didin ajandeyên Tirkiyê li Sûriyê pêk bînin.

Dema Meclisa Niştîmanî ya Sûrî `Hevpeymana niştîmanî doza Kurd li Sûriyê` belav kir. Hevpeymana ku bi neteweya Kurd li Sûriyê îtîraf dike û ya ku di reşpelika dawîn a civîna dostên Sûriyê ya Tunisê de hebû, da aliyekî. Ruxmî wê jî dîsa ENKS’ê di dawiya Avrêlê de daxwazên xwe kêm kir û tenê banga nenavendîbûna siyasî li Sûriyê kir. Soza lihevkirina bernameyek siyasî hevpar bi aliyên ku opozîsyona Sûriyê bi nav kir da.

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ENKS’ê hemû lihevkirinên ku di navbera partiyên Kurd de hatine mohrkirin, binpê kir. Destpêkê Desteya Kurd a Bilind piştre Lêvegera Siyasî ya Kurd. Ji bilî wê jî destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê bi riya daxuyaniyên xwe reş kir. Her wiha hewl da ajandeyên ixwan muslimîn û Tirkiyê li Sûriyê pêk bîne û dijminahiya gelê Kurd jî di nav de.

Tevî van hemûyan jî, ENKS îdea dike ku ew li gorî ajandeyên Tirkiyê yên dagirkerî li herêmê naxebite, mînaka wê ya herî dawî jî dagirkirina Efrînê bû. Lê daxuyaniyên rayedarên ENKS’ê bi serkêşiya PDK’ê û Yekîtiya Kurdistanê bi biryarên xwe, xwe derwîn derdixin. Roj bi roj têkiliyên xwe yê bi dagirkeriya Tirk û niyetên wê yên li dijî gelê herêmê re, eşkere dikin.

Girêdayî mijarê çavkaniyên agahdar, tekez kirin ku rayedarên ENKS, (Partiya Demokratîk û Yekîtî) girêdayî doza Sûriyê bi istixbara Tirkiyê re civiyane.

Li gorî çavkaniyan civîn di navîna 2018`an de pêk hatiye. Ji aliyê istixbarata Tirkiyê Bariş Olusî, Burcu Tuncer, seroka karûbarên Lubnan û Sûriyê Sefan Alhan, ji ENKS’ê jî (K.H) û (I.B) beşdarî civînê bûne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê agahdar veguhestine, Bariş Olusî civîn bi rêve biriye. Di civînê de Olusî diyar kiriye ku Tirkiyê ji daxuyaniya sekreterê giştî yê ENKS’ê, daye aciz bûye. Ew daxuyanî di 28`ê Nîsana 2018`an de, piştî 40 roj dagirkirina Efrînê hatibû dayîn.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 28`ê Nîsana 2018`an de daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyanuiyê de cara yekem ENKS’ê binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê, bi zimanekî şermok şermezar kiribû. Piştî daxuyaniyê hejmarek ji rayedarên ENKS’ê xwe ji daxuyaniyê şûştin û endamên din bi nivîsandina daxuyaniyê tewambar kirin.

Berpirsê karûbarên Sûriyê û endamê istixbarata Tirkiyê Bariş Olusî di civînê de ji (K.H û I.B) re diyar kirine ku daxuyanî xizmeta berjewendiyên Tirkiyê nake û ji wan re tekez kirin ku divê mîna wê daxuyaniyê dubare nebin.

Di civînê de her du endamên ENKS’ê tekez kiribûn ku hindek pirsgirêk di hundir û derveyî ENKS’ê de hene. Endamên ENKS’ê ji bo sivikkirina zextê li ser ENKS’ê û zêdekirina zextê li ser rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestine.

A balkêş ew e ku di civînê de her du alî her tişt bi PYD`ê ve girê didin. Her wiha her du endamên ENKS’ê gotin ku Tirkiye ji bo bihêzkirina ENKS’ê û xwe ispatkirinê nabe alîkar. Ev jî isbat dike ku tu hêza ENKS’ê tune ye, tenê amûrek di destê Tirkiyê de ye. Endamê Şepela Pêşerojê Ehmed Ibrahîm ya ku di bin sîwana ENKS’ê de dixebitî, di 25`ê Cotmeha 2018`an de tevî 29 kesan ji partiyê qut bûn. Piştî ku ji ENKS’ê qut bûn tevlî Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bûn, wê demê wan ev tişt anîbûn ziman.

Ehmed Ibrahîm wê demê gotibû: “Me dixwest ji bo aştî û parastina gelê xwe bixebitin. Lê mixabin her roj biryarên derve hebûn û ENKS ne xwedî biryar bû. Li şûna ku biryar ji Qamişlo derkeve, tevahiya biryarên ji Başûr, Tirkiyê yan jî Elmanyayê  dihatin. Me ti rolek xwe di ENKS’ê de nedidît ji ber wê me biryara îstîfayê girt.”

Endamên ENKS’ê di civîna bi istixbarata Tirkiyê re xwestibûn ku Tirkiyê rê li pêşiya xebatên ENKS’ê û partiyên wê bi awayekî eşkere li Efrînê vebike. Tevî wê jî xwestibûn ku hêzek bi navê “Pêşmerga Efrînê” hebe!!! Lê istixbarata Tirkiyê bersîva endamên ENKS’ê kiribûn û gotibûn ku Koalîsyona Sûrî li Efrînê bi hêze çima hûn bi rêya wê kar nakin? Lê endamên ENKS’ê bersîva istixabaratê dan û dibêjin ku wan soz daye alîgirên xwe tevlî meclisên herêmî ku ji hêla Tirkiyê ve hatine avakirin bibin.

Di civînê de istixbarata Tirkiyê daxwazên her du endamên ENKS’ê paşguh dikin û helwesta xwe ya redkirina daxuyaniyên ENKS’ê dubare kir. İstixbaratê ji wan dixwastiye ku carek din mîna wê daxuyaniyê dubare nebe.

Di civînê de endamên istixbarata Tirkiyê rêbaza ku dê ji PYD`ê xilas bibin bi endamên ENKS’ê re nîqaş kirin. Istixbarata Tirkiyê ji wan dixwazin ku bi awayekî asayî raporên girêdayî tevgera PYD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê re bişînin û dibêjin: “Li gorî raporan em ê bixebitin!”

Di van demên dawîn de dazgehên çapemeniyê girtina Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Herêma Cizîrê hindek kesên ku têkiliyên wan bi istixbarata Tirkiyê re isbat bûye xistin rojevê. Lê ya balkêş daxuyaniyên serkreteiya giştî ya ENKS’ê ye. ENKS’ê di daxuyaniyan de destnîşan kiribû ku kesên girtî endamên ENKS’ê yên çalakin. Ji wan daxuyaniyan a herî dawî di Îlona 2018`an de hat dayîn.

Di civînê de her du endamên ENKS’ê bi hêza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîraf dike û bi navê PYD`ê kurt dikin. Her wiha li xwe mikur tên ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Iraq desteka ENKS’ê dike.

Ji destpêka avabûna ENKS’ê ve, ENKS îdia dike ku mafên gelê Kurd diparêzin lê di rastiyê de ew li gorî biryarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Hewlêrê, istixbarata Tirkiyê li Enqere û Stenbolê dixebite.

Beriya vê jî têkiliya ENKS’ê di komkujiya ku DAIŞ`ê der heqê gelê Qamişlo de di destpêka 2014`an de pêk anîbû eşker bibû. Wê demê du endamên ENKS’ê liv û tevgera YPG û YPJ`ê dan DAIŞ`ê û DAIŞ`ê ew agahî di êrîşên xwe yên li dijî hêzê de bikar anîn.