Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê diyar kir ku di meha Adarê de 108 karkeran ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest dane. 

Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (İSİG), rapora mirina karkeran a meha Adarê ya li Tirkiyeyê eşkere kir. Li gorî raporê meha Adarê herî kêm 108 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 

Di raporê de rewşa karêkerên ku li fabrîkaya Kale Kayişlari ya li navçeya Silîvrî ya Stenbolê ketine girevê jî hate destnîşankirin û hat diyarkirin ku di meha Adarê de 108 karkeran ji ber îhmalkariyê jiyana xwe jidest dane ji van 5 zarok, jin û 11 jî penaber in, lewre divê daxwazên karkeran bên guhdarkirin.

BÎLANÇOYA 3 MEHAN: 392 KARKER MIRIN

Di raporê de hate diyarkirin ku di 3 mehên destpêkê yên 2019’an, herî kêm 392 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 

TENÊ KESEK SENDÎKAYÎ BÛ

Li gorî rapora İSİG’ê, di meha Adarê de herî zêde mirinên karkeran li Kayserî, Enqere, Kocaelî, Stenbol, Îzmîr, Edene, Antalya, Denîzlî, Dîlok û Zonguldakê pêk hatine û ji van kesên jiyana xwe ji dest dayî tenê yek kes sendîkayî ye.