Botaniyên bi sewalvanî û çandiniyê tên nasîn niha jî bi keda destê xwe reng didin deşta Mexmûrê. Welatiyên li herêma Botanê bi xwedîkirina pez debara xwe kirine, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî bi heman şêweyî şivaniyê berdewam dikin.

Her çendî guhertina axê heye, warê Botanê ji bo xwedîkirina sewalan bibereket, lê li vêderê tenê bi ce û kayê xwedîdikin jî cardin karê xwe yê berê berdewam dikin. Li gel tiştek ji derve nîne sewal bixwin jî cardin ji bo pezê wan hewayê bigirin dema êvarî hênik dibe berdidin derve.

Ji şivanên wargehê yên bizinan xwedî dike Xelîl Kara yê 38 salî ku demdirêje şivane diyar kir ku ew bi karê sewalvaniyê mijul dibin û wiha domand: “Ez ji gundê Hilal di sala 1994’an ji Bakurê Kurdistanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne. Li wargehê ez bi karê sewalvaniyê ve xerîk dibim. Ev sê sale ez vî karî dikim. Ji ber bêkarî zêdebûye li Başûrê Kurdistanê ez neçarbûm ku vî karî bikim. Ji derveyî karê sewalvaniyê hostatiya suwaxê jî dikim, lê ji ber tunebûna kar ez niha nikarim karê suwaxê bikim. Ji ber vê yekê ji bo aboriya xwe ya rojane ez bi karê sewalvaniyê ve xerîk dibim.”

‘Karê sewalan karekî zehmete’

 Kara destnîşan kir ku karê sewalan karekî zehmete û wiha domand;”Mixabin, erdnîgariya em niha tê de jiyan dikin ji bo karê sewalvaniyê ne zêde destdayî ye ku mirov bikare encamek baş bigire. Ji bo jiyana rojane vî karî dikim. Karê sewalan jî karek zehmete, ji ber ku karek serwerî jêre pêwîste, çawa ku mirov serweriya malekê dike gelek zehmetiyên wê heye, serweriya lawiran jî ewqas zehmet e. Hewceye rojan e mirov pêre xerîk bibe. Ez ji vî karî hez dikim. Li memleket bi salan min şivanî kiriye. Her çendî berhemek baş nebe jî di encamê de em vê havînê têr dew vedixwîn. Di vê germê de dewê cemidî giring e.”