Ciwanên Azad bang li ciwanan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dakevin qadan.

Daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Ciwanên Azad wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst li ku derê Kurdek hebe êrîş dike. Tecrîdkirina Rêber Apo giran kiriye û mafê jiyanê nade kesekî ku dibêje ez Kurd im. Erdogan ê dîktator îro ferman daye ku Rojava were dagirkirin. Leşkerên wî yên ji bo pereyan şer dike, piştî dayina fermana dagirkirinê, ji Bakur êrîşî Rojava kirin û bombe li Kantona Girê Spî barandin. Ji ber êrîşê, hevrêyekî me yê ji yekîneya xweparastinê şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.

Divê ciwanên Kurd zanibin ku tenê armanceke van êrîşan heye; ew jî qirkirina Kurdan e. Li hemberî her bombe û fîşeka hêzên dagirker, divê ciwanên Kurd hêrsa xwe li qadan nîşan bidin.

Pêwîste ciwanên Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên ji bo dagirkirina Rojava dakevin qadan û nîşan bidin ku ew van êrîşan qebûl nakin. Em bang li ciwanên li Ewropayê dikin: li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk serî hildin û Rojava biparêzin.”