Ciwanên Kurd ên ji Mannehîmê dimeşin Strasbûrgê û polîsên Elman êrîşî wan kiribûn li bajarê Metzê ye Fransayê bi enternasyonalîstan re civiyan.

Ciwanên Kurd ên li dijî Komploya Navnetewî ji Manheîmê ber bi Strasboûrgê ve dimeşiyan ji aliyê polîsên Elman ve hatibûn asteng kirin.

Tevî hemû astengiyan ciwan ji Mannehîmê meşiyan û li bajarê Metz bi baskê meşê yê enternasyonalîst re civiyan. Li Place de la Repûblîqûeyê enternasyonalîstan bi dirûşme û çepikan ciwanên Kurd pêşwazî kirin û govend gerandin.

Dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ deng veda û dîmenên rengîn derketin holê. Li herêmê goven hate gerandin û stranên azadiyê hate strandin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê bi hev re bimeşin Strasboûrgê.